Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Li Tebqayê navenda Şehîd Viyan Kobanê ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk hat vekirin[:]

[:ku]


Di vekirinê de bi dehan endamên Komîteya Perwerdeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, malbatên şehîdan û Yekîtiya Jinên Ciwan amade bûn.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi boneya salvegera Pêngava 12’ê Adarê ya li Tebqa û gundewarê wê, ji bo komkirina enerjiya rewşenbîrî û zanistî ya xwendekaran û bi karkirina wan di qadên pratîk de, navenda Şehîd Viyan Kobanê ya Tevgera Xwendekarên Demokratîk vekir.

Bi armanca birêxistinkirina xwendekarên bajarê Tebqayê û gundewarê wê ji aliyê rewşenbîrî û çandî ve li gorî rêgezên neteweya demokratîk, Tevgera Xwendekarên Demokratîk navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Şehîd Viyan Kobanê li bajarê Tebqa û gundewarê wê li bakurê bajêr herêma duyemîn vekir.

Di vekirinê de bi dehan endamên Komîteya Perwerdeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, malbatên şehîdan û Yekîtiya Jinên Ciwan amade bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyana şehîdan dest pê kir û pişt re li ser navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a herêma Tebqa û gundewarê wê El Îsa axivî. El-Îsa, vekirina navendê pîroz kir û got, “Em ê ji bo birêxistinkirina xwendekaran li ser bingehên netewa demokratîk, ber bi rêya şoreş û azadiyê ve bimeşin.”

[:]

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu