8 ê Adarê roja têkoşîn û berxwedniyê ye
Dîrok ne di tiştên ku tên nivîsandin de, di nav tiştên ku nayên nivîsandin de veşartiye. Ev hêvî, di çîrokên windahiyan a ku jinên ketine pey şopa wê li çiyayên azad hêşîn dibe. 8ê Adarê, roja têkoşîna jinên şoreşger, kedkar, berxwedêr û azadîxwaz rojane bilind û geş dibe. Em bi hezkirin û hesret Rêber Apo silav dikin, hêzên komploger nalet dikin û careke din diyar dikin emê pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin, û têkoşîna xwe bighînin lûtkeya herî bilind.
Di vê pêvajoyê de ya ku em tê re derbas dibin, ji mere dide diyarkirin ku fikir û felsefeya R.APO ya ku ronahî daye tarîtiya jinê, ya ku li ser esasê têkoşîna rizgariya jinan a radîkal jiyana azad dikare pêk were. Dema em li dora xwe dinihêrin em dibînin ku şer, dagirkerî, , polîtîkayên koçberkirinê, şîddet, hejarî, qetlîamên xwezayê li her dera dinyayê derdikeve pêşberî me. Ev awayên xweîfadekirinê pergala mêrserwer e. îro li her dera dinyayê ji her aliyê ve têkoşîna jinan a rêxistinkirî tê avakirin, gel û hêzên demokrasiyê ji her demê zêdetir xwedî lê derdikevin. Ji ber ku tê dîtin têkoşîna azadiya jinan, îro pêşengiya têkoşîna demokrasî, ekolojî û azadiyê dike. Têkoşîna jinan îro hatiye asta hemû têkoşînê li dijî pergalê temsîl bike. Têkoşîna Sara, Bêrîtan û Zîlanan hemû jinên cîhanê di bin sîwaneke yekgirtî de girt, 8ê Adarê bi rengê biharê li hemû jinên cîhanê pîroz be.