[:ku]
Çalakiya pirtûkxaneya gerok a Tevgera Ciwanên Şoreşger îro jî gera xwe li bajarê Qamişloyê berdewam kir.
Çalakiya pirtûkxaneya gerok a Tevgera Ciwanên Şoreşger îro jî gera xwe li bajarê Qamişloyê berdewam kir. Li aliyê din jî çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan didome. Her wiha ji bo navê PKK’ê ji rêxistinên tetorîst were derxistin jî gelek îmze hatin komirin.
Di çalakiya îro de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ên bi zimanê Kurdî û Erebî nîşan dan.
Di wexta çalakiyê de gelek welatiyan serdana pirtûkxaneyê kir û xwestin ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan were azadkirin. Her wiha di çalakiyê de ji bo navê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin jî gelek îmze hatin komirin.
Çalakiya ciwanan rastî eleqeyek mezin a gel hat.
[:]