Meşa Tevgera ciwanên şoreşger li bajarê kobanê îro bi dawî bu.
EV bû 3 rojin Tevgera ciwanên şoreşger û Yekîtiya jinên ciwan li bajarê kobanê ji bo şermezarkirina komployê dimeşin ,meş 3 rojan berdewam kir ,j gundê Rovî dest pêkir û îro li bajarê kobanê bi dawî bu ,di hêman demê de ji bo şermezarkirina komployê bi deh hezaran gelê herêma Firatê herikîn qadan ,meşa ciwanan tevlî meşa girseyî ya gel bû .
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd rawestî û veguhertî mîtîngê.
Li Qada Şehîd Egîd, cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst got Tevgera Rizgariya Kurdistanê dê bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan hilweşe lê wan nezanî rêber Abdullah Ocalan fikir û felsefeya xwe li her derê belav kiriye.
Ferhan Kobanê bang li şêniyan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin, ji ber ku ev tecrîd ne tenê li ser gelê Kurd e, li ser hemû gelên bindest e û bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan re dê gel azad bibin.
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl bi navê Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê axivî û got: “Hêzên cîhanî hewl da di şexsê Rêbertî de gelê Kurd tune bikin. Lê Rêbertî li hember komployê li ber xwe da. Ji ber wê dewleta Tirk tecrîd li ser ferz kir. Lê bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan civak hat birêxistinkirin û hêzeke leşkerî ya xurt hat avakirin.”
Bêrîvan bang li gel kir ku li hember dewleta Tirk a faşîst, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin.
Her wiha di mîtîngê de hevserokê Desteya Kar û barên Civakî û Xebitandinê ya herêma Firatê Silêman El-Kaşîş axivî û komplo şermezar kir. El-Kaşîş diyar kir ku projeya neteweya demokratîk, hevjiyana azad û sepandina aştiyê li herêmê berovajî daxwazên pergala kapîtalîst e ku dixwazin herêm di nav nakokiyan de be.
Silêman El-Kaşîş di dawiyê de bang li partî û gelên cîhanê kir ku hewl bidin tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya wî pêk bînin, da ku gel azad bibin.