[:ku]
Tevgera Ciwanên Şoreşger meşa xwe ya sê rojan ku sibehê saet 9:00an destpêkiribûn îro li navçeya Tilxezalê roja xwe ya yekemîn bidawî kirin.
meşa ku bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ku 23 sal derbas dibe hat li darxistin,îro ji gûndê Rovî destpêkiribû û ber bi navçeya tilxezalê ve berdewam kir,bi moralekî mezin ciwan û jinên jiwan tevlî vê meşê bûn ,lê di hêman demê de li hemberî komploya navnetewî li ser Rêber Apo ciwan bihêrsin jî ,ciwanan di axaftinên xwe de gotin êdî lazime em ji vî dijminî re bêjin na ,û em rêberê xwe azad bikin jina ciwan bi nav Hebûn mihemed wiha dibêje :
Dewletên faşîst dixwazin civaka kurd û ciwanên kurd tune bikin ev tecrîda ku li ser Rêberê gelan Rêber Apo tê kirin ku 23 sal derbas dibe em lanet û şermezar dikin
Hebun di axaftina xwe de dibêje wekî ku ciwan ji bo Rêber Apo xeta sor in, em jî vê komployê bişkînin û rêber Apo ji bo me xeta sore.
Her wiha Ciwanek bi navê Rodîn jî axivî û got:
Em wekî ciwanên şoreşger me meşek 3 rojan li dar xist
û em bi tundî vê komplo lanet û şermezar dikin gelê me jî li kêlek ciwanên xwe disekinin û tevlî meşê bûn
Ev komplo ne tenê li ser Rêber Apo tê meşandin, dixwazin bi komplo re îrada gelê Kurd bişkînin ciwanên kurd xwedî li gelê xwe derdikevin û wê nehêlin ku ev komplo bi ser bikeve.
di dawiyê de meş li parka 4 ê nîsanê li navçeya Tilxezalê bidawî bû piştî ku meş bidawî bû gelê herêmê deriyên xwe ji ciwanan re vekirin .
[:]