[:ku]
Meşa dirêj ya Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê destpêkir.
Di bin slogana “Dem dema azadiya Rêber Apo ye “bi şerê gelê şoreşgerî emê komploya navnetewî bişkînin û azadiya Rêber APO misoger bikin, bi telêbûna bi sedan ciwan û jinên ciwan tevî saziyên rêverberiya xweser ji herêma firatê meşa dirêj ya Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê destpêkir.
Di bin slogana “Dem dema azadiya Rêber Apo ye ” Îro di saet 9:00an sibê de meşa ku tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan birêxistin kiriye , li Bajarê kobanê ku ji bo şermezarkirina komploya navnetewî li ser Rêber APO dest pêkir.
meşê ji gundê Rovî ku li başurî bajarê kobanê dikeve dest pêkir, beriya ku meş were dest pêkirin daxweyaniya meşê hat dayîn ,daxweyanî ji aliyê Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger yê herêma firatê Mihemed mehmûd ve hat dayîn .
Di daxweyaniyê de wiha hat gotin:
destpêkê ji kela berxwedanê kobanê hezar silav ji bo îmraliyê ,wekî tê zanîn di sala 1999 ‘an de di 15 sibatê de li ser Rêber APO komployek hat li darxistin û serok APO hat girtin .
em wekî Tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan li herêma firatê meşa xwe ya 3 rojan li dar dixin , çawa serokatî dema ku hatiye girtin ciwanan hemû der kirin agir emê dîsa jî her tim di nava berxwedaniyê de bin û di nava kolanan da bin ,heya ku Rêberê xwe fîzîkî azad dikin,carek din wekî tevgera ciwanên şoreşger em soz didin tevahî gelê xwe û soz didin ew baweriya ku Rêber APO daye me ku gotiye:”me biciwantî destpêkir emê bi ciwantî bi serbikevin” em jî soz didin Serokê xwe ku emê her tin li kolanan bin ,û di nava berxwedaniyê da bin ,heya ku em Rêberê xwe fîzîkî azad dikin.
her wiha di daxweyaniyê de Mehmud bal kişan ser rola dewletên dagirker di komployê de ,di serî de Tirkiyê û Rosya û Emerîka û got :em wan dewletên xayîn şermezar dikin emê wekî Ciwanên Şoreşger her tim li qadan bin ,Rêber APO ji bo me xeta sore ,Rêber APO hebûna meye û tu kes nikare roja me tarî bike .
hêjayî gotinê ye ku tevgera ciwanên şoreşger li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî komploya ku li ser Rêber APO li ser piyane û di rêze çalakiyan dane her wiha ev meşa ku sê rojin ,îro ji gundê rovî destpêkiriye wê li navçeya Tilxezalê bidawî bibe û sibe ji Tilxezalê ber bi navçeya Şêranê ve biçe .
[:]