Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Konê çalakiyê ciwanan li bajarê Qamişlo ket roja xwe ya dûyemîn[:]

[:ku]


Konê çalakiyê ciwanan li bajarê Qamişlo ket roja xwe ya dûyemîn
Konê çalakiyê ciwanan ku ji bo şermezarkirina komploya navnetewî li ser Rêber Apo ket roja xwe ya dûyemîn .
Li gorî programa konê çalakiyê hemû yanayên wezîşê tevlî wezîşvanên xwe ji lîstokgeha 12 adarê berê xwe dan konê çalakiyê ,li ber konê çalakiyê destpêkê ciwanan berê xwe dan pêşingeha wêne û pirtûkên Rêber Apo .
di bin konê çalakiyê de berî ku program dest pêbike gel û ciwan ji bo giyanê şehîdan deqeyekê rêzgirtin rewistiyan ,piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Mesûd axivî :mesûd di axafina xwe de diyar kir ku bi rastiya gelê şerker û tekoşer serkeftin misogere , her wiha bal kişand ser êrişên li ser zîndana hesekê ku ji aliyê Dayîş de pêkhatiye ku konsebtekî êrişa tunabûna gelan bû ,piştî ku mesûd axaftina xwe bi dawî kir li ser navê Saziya malbeta şehîdan Dayîka Şehîd Reşîd axivî dayîka Şehîd Reşîd di axaftinê xwe de bal kişand ser tekoşîna malbatên şehîdan û tekoşîna ciwanan li hemberî komploya navetewî  ku tekoşîna xwe bilind bikin.

di dawiyê de ji bo 15 sibatê sinevizyona ku ji aliyê ragihandina Ciwanên Şoreşger ve hatibû amedekirin hat pêşkêşkirin, her wiha fîlma sûra amedê ku behsa berxwedaniya taxek ji amedê dike hat temaşekirin . hêjayî gotinê ye ku wê çalakiyê sibe bidawî bibe .

[:]

Başa dön tuşu