[:ku]
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desteya ciwanan dê li hember vê pergalê û dagirkeriyê bisekine û bang li hemû gelan kir ku xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkevin.
QAMIŞLO – Ji nav rêzeçalakiyên ku bi boneya salvgera 23`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêberê Gelan Abdullah Ocalan Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê destpêkirina çalakiya konvedanê bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê, 15`ê Sibatê hilweşe” ragihand. Çalakî wê 3 rojan berdewam bike.
Tê payîn ku di çalakiyê de di dirêjahiya 3 rojan de, semîner têkildarî komploya navneteweyî werin lidarxistin, sînevizyon û wêneyên rêber Abdullah Ocalan werin pêşendan. Her wiha ji bo derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê dê îmze werin berhevkirin.
Ji bo çalakiyê desteyê ji pêşiya konê çalakiyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de îşaret bi komploya navneteweyî û dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: “Rêber Abdullah Ocalan li hember zulmê sekinî, rêya jiyana azad ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest xêz kir. Ji ber wê pergala kapîtalîst rêber Abdullah Ocalan li ser xwe xeter dît û komplo li dijî wî pêk anî.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desteya ciwanan dê li hember vê pergalê û dagirkeriyê bisekine û bang li hemû gelan kir ku xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkevin.
Çalakiya konvedanê wê sibe saet di 10`an de dest pê bike. Dê şêniyên kantonên Hesekê û Qamişloyê, endamên Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê û endamên saziyên sivîl tev li çalakiyê bibin.
Çavkanî Nûçe ciwan
[:]