[:ku]
MINBIC – Li Minbicê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê civîna xwe ya salane li dar xist
Di bin sloganaDi civînê de kar û xebatên sala borî hatin nirxandin û planlamaya sala were ji aliyê pêkhateya civînê ve hate erê kirin. ‘Tolhildan biryara me ye’ Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê bi beşdarbûna Fermandariya QSD Mazlûm Ebdî civîna xwe ya salane li dar xist. Civîn ji bo giyana şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgiritin dest pê kir, bi dehan ciwanên Minbicê tevlî civînê bûn.
Di civînê de kar û xebatên sala borî hatin nirxandin û planlamaya sala were ji aliyê pêkhateya civînê ve hate erê kirin.
Di civînê de Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî wiha axivî:
Ciwan bingeha û dînamîkên civakê ne, ya ku civakê li ser piya dihêle ciwan in. Li Minbicê jî ya ku bi Meclisa leşkerî re bajar parastin û piştgiriya hêzên leşkerî kir ciwan bûn. Di dema rizgarkirina Minbicê de piranî hêza me ya leşkerî ji ciwanên Minbicê pêk dihat. Her wiha piştî deh sal li ser şoreşê re derbas bû, di dema niha de em ketine pêvajoyeke nû, di vê pêvajoya dawî de me 12 hezar şehîd dan û çiqas êrîş li ser me hebin jî em gav paş de navêjin.
Di dawiyê de Mazlûm Ebdî wiha dest nîşan kir: Ku divê ciwan xwedî li destkeftiyên şoreşê yên ku bi xwîna şehîdan hatine bi destxistin, derkevin.
Heman demê de beriya demekê Fermandar Mazlûm Ebdî beşdarî civîna rêveberiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Civîna salane ya Tebqa û Reqayê bû.
Çavkanî nûçe ciwan