Kobanê_Di bin slogana “Têkbirina komploya 15 sibatê serxistina jiyana azade “Yekîtiya jinên ciwan li Bajarê kobanê meşek girseyî li darxistin.
Lî hemberî komploya ku li ser rêberê gelan rêber Apo çêbûye bi slogana “Têkbirina komploya 15 sibatê serxistina jiyana azade” Yekîtiyên jinên ciwan yên herêma firatê meşek girseyî li Bajarê kobanê li darxist. bi dehan jinên ciwan tevlî vê meşê bû,ev meş jî navçeya Til xezalê ya Başûrê bajarê kobanê bi berzkirina alên seroketî destpêkir ,bî siloganên bê serok jiyan nabe û bimrê roja 15 sibatê meş heya daristana 4 nîsanê li navçeya Til xezalê berdewam kir ,lî darstanê ji bo meşa dirêj daxwyanî hat dayîn û bangawaziya tevlêbûna meşê hat kirin ,daxweyanî jî aliyê endamek Yekîtiya jinên ciwan ve hat xwendin daxweyanî wiha ye :
Bi slogana Demdema Azadiya rêber Apo ye li hemberî komploya ku li ser rêber Apo di sala 1999ande di 15sibatê de çêbûye Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên ciwan li herêma firatê meşek dirêj li dardixînin,ev meş ev meş wê sê rojan berdewam bike ,roja yekemîn wê ji gundê ROVÎ yê başûrê kobanê dest pê bike heya gundê Tilxezalê roja Dûyemîn wê jî gundê TILXEZAl dest pêbike heya Navçeya ŞÊRAN‘ê roja sêyemîn wê ji navçeya Şêranê dest pêbike heya Bajarê Kobanê.
Kombûn di Seat 9:00 Sibê di 13.02.2022 de wê li gundê ROVÎ be .
bangawaziya me ji hemû malbatên me yên welatparêz ,hemû saziyên me û hemû ciwan û jinên yên herêma Firatê heye daku werin li hemberî komployê tevlî meşê bibin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger _ Herêma Firatê
09.02.2022