Jinen Ciwan

Yekîtîya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li navçeya Ehdas meşiyan

Îro Yekîtîya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi dirûşmeya “BI TOLHILDANA JINÊN CIWAN KOMPLOYÊ TÊK BIBIN RÊBER APO AZAD BIKIN” li navçeya Ehdas meşek lI darsxistin.

Bi boneya hatina 23yemîn ya komploya li ser rêber Apo bi destê sîstemên hegemondar di serî de dewleta tirk û tevahî dewletên natoyê pêk hatî de herikîn qadan û ev roja reş şermezar kirin ciwanan û jinên ciwan bi sekna xwe ya berxwedêr careke din ji hegemondaran re diyar kirin ku kes nikare roja ciwan û jinên ciwan tarî bike, û ew ê heya dawiyê ji bo azadiya rêber APO li qadan bin û têbikoşin piştî wê meş veguherî mitîngê ,li ser navê Yekîtîya jinên ciwan Evîn Efrîn daxuyanî xwend .
di daxuyaniyê de diyar kirin ku armanca komplogeran ya dîlgirtina rêber APO bi fîzîkî û xistina wî di girava îmraliyê de pir eşkere bû ku xwestin di şexsê rêber APO de di asta yekem de tevgera PKK ê vala derxin ,vîn û azadiya rêber APO ku di gelan de çandiye tune û binpê bikin ,her wiha ji ber ku komploger bi pêkanîna komployê negihîştin armancên xwe berê xwe dan çiyayên azad ên Kurdistanê û bi êrîşên xwe yên li ser çiyayên kurdistanê xwestin careke din komployê pêk bînin lê belê li hember hêz û vîna gerîlayên azadiya Kurdistanê derbeyên mezin xwarin ,em jî weke jinên berxwedêr yên ku pêşengtiya vê şoreşê dikin heya dawiyê hêz û piştgirî didin pêngava DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE ,emê weke jinên ciwan bibin mermîyek û li dilê dijmin bikevin, di dawiyê de jinên ciwan bang li hemû jinên ciwan ya ji hemû pêkhateyan kirin ku li hember dagirkeriyê serî netewînin û ji bo azadiya rêber APO heya dawiyê Tolê hilînin her wiha di dawiyê de bi siloganên BÊ SEROK JIYAN NABE ,BIMIRE ÎXANET Û BIMIRE FAŞÎZIM meş bi dawî bû.

Başa dön tuşu