Navê min Mislim Ez ji Qamişlo me ji taxa Enteriyê me gotina ku ez dibêjim çûyîna me lê cem seroktîye bû sala 1985 da bû ez çûm mu tevlê bibim zarokê min jî hebûn, serok got : neç lê em bi pêwistiya karekî ne, bifıkr û biryara dawî bide. Lê belê ew cara yekemîn bû ku ez û hevalên xwe serok dibînin , Lê belê dema ku mirov serokatî bibîne mirov bi hêz dibe kes ku serok ji nîz va dibîne serokê gelekî bi heybete cara dawî dîsa ez çûme cem seroktî em nêzî 46 kesan bûn. em bi baskê çûne lê gel serketî em gelek bûn ye Hesekê û Qamişlo û Amûdê û dirbêsîyê bûn em Derbasî nav hevalan bûn, dema min heval dîtin min dizanî serok ne li wire,hevalan em birin cihekî û ez di devê derî de seknîn ji bo dema ku serok hat yê yekemîn ez wî hembêz bikim,hevalan ji mere gotin heval yek û yek derkevin qadê em derketin me dît ku rêber Apo li wire Sez birî hemû hevalan min serok maçî kir min got: serokê min raste em prtûkên te dixînin lê dîtina te giyan dide me ,me bihêz dike ji bo vê heya noqteya dawî em li pey serokê xwe ne ,komploya 15 sibatê dest pêkir dunya hemî gotin : cih ji serokatî re nîne, dunya hemû li ser serokatî bû agir, em jî di danê esrê de di tevgerê de bûn,wê demê televîzyon tune bûn,gotin televizyona tirkan derxistiye dibêjin serok girtin, lê belê moralê me hemûyan çû, piştre em hemû heval li hev civiyan û me xwe xist hewșikê li taxa Enteriyê piştra em ketin gireva birçîbûnê , lê dema ku em li xwe vedigeriyan me di got ma ne serok di her axaftinê xwe de digot ez soz didim ji niha heya sala werê yan heya 15 tebaxê heger ez sax bim hemû tişt mumkune ku bi serê me de werê pêwîste ku wîn amedebin, ji bo li şehîdên xwe û li rêverberiya xwe xwedî derbikevin ev gotinên rêbertî dihîşt ku em li ber xwe bidin ,lê cîhan hemû li hemberî va serokî xwe kire yek ,rojek reşe ne ji bo gelê kurd tenê reşe, dema ku kê felsefeya wî xwendibe û zanebûye rêberê wî gelê ye ,dema ku em dibêjin felsefeya rêber apo baweriya mirov heye bila dunya hemû jî bizanibe , kesê ku bi felsefeya serokatî zane bûye çawa ku di dînê muslimanan de pêxember ev 1400sale li ser fikira wî dimeşin ,û baweriya xwe pê tînin,em jî heta ku em saxin emê li pey fikir û felsefeya serok Apo bin û wê felsefê bidin nifşên nû ,her tim di kurdan de însanên zane derketine ,îro felsefeya rêber apo her tiştî xwetya bike dema ku însan bigihînin asta fêmkirina rêber Apo .