[:ku]
Civînên salane yê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê sûriyê berdewam dikin.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanên şehîdan despêkir. Axaftina despêkê ji aliyê fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk Mazlûm Ebdî ve hat kirin
Bi diruşma “Serkeftin soza meya, berxwedan çanda me ye, tolhildan biryara me ye” Ciwanên Şoreşger yên Tebqa û Reqa civîna xwe ya salane lidar xistin. Bi tevlîbûna dehan ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve salona civînê tijî bû.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanên şehîdan despêkir. Axaftina despêkê ji aliyê fermandarê Hêzên Sûriye Demokratîk Mazlûm Ebdî ve hat kirin Ebdî diyar kir ku :
Ciwan û jinên ciwan ên Reqa û Tebqa alikar bûn di rizgarkirina herdû bajaran de û bi hezaran ji wan tevlî nava hezên ewlekariyê û saziyên civaka sivîl bûn. Ji bo vê destpêkê heta niha gelek şehîd jî dan.
Piştre nirxandina kar û xebatê sala borî hate kirin pirsgirêk û astengiyên heyî nirxandin û çareserî jêre diyarkirin û plansaziyên xwe yê sala nû derxistin.
Di civînê de Sînevizyonek li ser kar û xebatê sala derbasbûyî hat temaşekirin û bi vî awayî civîna wan bi dawî bû.
Herî dawî ciwanên Tebqa û Reqayê diruşmeyên Bijî Serok Apo berz kirin.