Navê min Rênase ji herêma cirnikê ya girêdayî Qamişlo me naskirina min ya partiyê di 90 an de bû wê demê ez tevlî xebatê rêxistinî bûm di milê enteriyê û meyselûn de. Di 94 an de hevalan em vexwendin çûna gel serokatî em nêzî 45 kes bûn em ji Qamişlo em çûn Şamê heval hatin pêşya me em li nuqtan belav kirin .em çûne malekê heya êvarî li wir man piştre hatin me ji wir birin cihekî me li wir serokatî dît di 14 Tîrmehê de bû roja berxwedana hevalên zindana bû ji bo wê ji me re civîn li dar xistin axaftinê serokatî ji bo berxwedana hevalan bû ,nîqaş jî hat meşandin em zêdetirî du seatan gel serokatî em man. Bi rastî dîtin û gotin nabe wek hev ,Dîtina serokatî bandorek pir mezin li ser me kir di dîrokê de qet em jibîr nakin bîr û baweriyê me pê hene heya dawî me sozê xwe pêre dane emê li ser vê xetê bin heya nefesa dawî,ji bo komploya li ser rêber Apo komployek navnetewî bû bila tirk nebêjin ku me bi tenê xwe kiriye ,rêber Apo dikarî li şamê bima lê rêber Apo xwest ku doza kurd derbasî qadê navnetewî bike ,ew komploya li ser rêber Apo çêbû bi destê hemû dewletan bû ,li kînyayê rêber Apo hate girtin û radestî tirkan hat kirin .