Navê min Celal Mele Ezedîne ji Cirnikê me ji milê her kesî têm naskirin di sala 91 ê de agahî dan me gotin divê hûn werin cejnê em girûpek bûn heft heyştek bûn hinek ji me welatî bûn û hinek biyanî bûn rabû em qaçax çûn Şamê em gihiştin cihê perwerdê hevalan ,em pêşwazî kirin herekê rûpelek bi me vekirin ez ji grûpê cilê fireh bûm û tenduristiya min baş bû hevalan şîv da me û me birin bin konekî .konê me xweş bû piştî nîv seatê du heval hatin gotin rojnemevan hatine xerîbin wê biçin gel serok pêwîste em we bibin cihekî din em rabûn çûn cihekî din .hinek gel ji Dêrik ew jî li wê derê bûn em li wê derê rûniştin , heya seat bû 9 û nîv seatek me çêbû nedît ku deriyê çandirê vebû serok ket hundir bi rastî ez qet ji tu kesî netirsiyame lê ev car wekî ku avek cemidî bi ser min hate rijandin. Em hemû rabûn serok got rûnên me got :heya tu neyê em rûnanên ji me heye ku wê li ba derî rûnê lê hat dawiya hundir pirsa me kir pirsa zarokan û hemû gel kir piştre ji me re li ser partiyê axivî nêzî seatekê seat û nîvekê axivî çû û me hew serok dît.Em pênc rojan li wir man û piştre vegeriyan ji ber ku em biyanî bûn me hisabê girtinê dikir ji ber vê yekê em berî gel vegeriyan hevalên me yên din ji ber ku ew bi destûr çûbûn ew çûn Libnan û piştre hatin roja dawî beriya hatina me serok hat seat deh heya sê axivî piştre hevalan got werin taştê bixwin me got :emê herin razên hevala got na werin bixwin. Dawiyê de serok got yê dixwaze biçe bila biçe em vegeriyan careke din ez çûm gel serok cihê perwerdê anîbûn şebia ez 13 rojan mam lê min serokatî nedît. Me amûrê cihê perwerdê anî cihê nû ez û hevalekî xwe nizanim niha jiyan dike yan na yê din jî xerîb bûn ji Efrîn, Kobanê û derên din bûn em yên ku di wir de kar dikirin me binayet ava dikir menê binayetê serok jî ava bikira me bingeh ava kir ez 13 rojan li wir mam . Ez pir digeriyam di 92 an de li Tirpespiyê ez û heval Nijbîr bû gel pir hatibû min xwe di nava gel re derbas kir min dît ku erebeyeke hat ji mine heye ku dewlete ji nişka ve min dît ku serokatî û hevalekî daketin ne sekinîn berê xwe dan gund ji bilî vê carê dema ku basil mir em çûn eza li Qerdaha min wê demê Jî serok dît em dîsa gelek bûn 80 bas bûn em ji vê herêmê çûn em dîsa li hev kom bûn me serokatî dît hat silav li me kir piştî ku me eza xelas kir em vegeriyan. ez hîsdikim wekî ku bavekî min di zindan de ye di nav destê dijmin de ye ne ez tenê wisa me hemû gelê Kurd wisa ye şevek derbas nabe bêyî ku em jêre dua dikin em kal jî bûne em dikarin bibin fedayîyê serok.