Çalakiyên Ciwanan

[:ku]Tevgera Ciwanên Şoreşger li Herêma Efrîn Civîna xwe ya salane li darxistin[:]

[:ku]

Di bin dirûşmeya “Heya Serkeftinê Tolhildan” Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê li kantona Şehbayê Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrîn li darxistin.

Îro Li navçeya fafînê ya şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi slogana “Heya serkeftinê Tolhildan ” civîna xwe ya salane lidarxistin .bi dehan ciwanên Efrînê Tevlî vê civînê bûn,beriya ku civîn destpêbike ji bo giyana şehîdan ciwan deqeyekê rezgirtin rawistiyan piştî wê civînê dest pêkir ,destpêkê perspektîfên serokatî bi zimanê kurdî hatin xwendin piştî wê

Kar û xebatê salekê ya ciwanên Efrînê hat xwendin piştre senefizyon li ser kar û xebatê salekê hat pêşkêşkirin her wiha li ser navê Tevgera ciwanên şoreşger axaftin li ser komploya 1999an hat kirin û rewşa siyasî hat nirxandin her wiha li ser êrîşên dewleta tirk ya li ser herêmê jî hat

diyar kirin ku dijmin bi van êrîşan xwest ji Dêrîkê heya Hesekê ji Hesekê heya Eyn îsayê ji Eyn îsayê heya Şehba û giştî sînor dagir bike lê hêzên QSD û hêza ewlekariyê ev pilan têk birin. her wiha armanc ew bû ku di hundir de Dayîş bi ser bikeve û li derve dewleta tirk jî êrîş bike û Tevgera me têk bibe lê hesabê wan li hev nehat û êrîş yek bi yek têk çûn her wiha piştî axaftina siyasî ciwanan nêrîn û helwestên xwe ya dijdagirkerî û mêtîngeriyê dan nîşandan û pişniyar û pilansaziyên xwe gotin.

Hêjayî gotinê ye ku civîn bi sloganên ku ciwan li dijî dagirkerî û bi hêrsin bi dawî bû.

[:]

Başa dön tuşu