EM RASTIYA PKK’Ê BAŞ FÊM BIKIN Û NÛNERATIYEK RAST BIKIN
Taybetmendiyên ku gelê me di nav de ye…
Çîroka pêşengê PKK’ê gelek cuda ye. Weke ku di nav gelê me de heyî, seretayiya pêşeng jî ji despêkê heta roja me ya îro jî, eşkereye ku em ji seranserî û êşan bigirin, wê hîn trajîk-komîk bûya. Xwe jibîr kiriye, hîn ji zaroktiyê de hatiye bişaftin û di aşê bêganebûnê re hatiye derbazkirin van zarokên biçûk, di karekî ku bi esilbûn ferz dikir de, karekî mîna yê pêşeng bihêz, xebatekî hunerî, wêjeyî û felsefî dixwest de gelo wê di despêkê de bikarin çi bikin? Bi taybet pêşengekî qet nas nekiriye, ji bo naskirinê xwedî derfetên gelek kêm bûye ji bo civakeke wiha dê rêbertiyeke çawa bihata kirin? Ji van aliyan ve xwe pênegihandin, di pêvajoya pêşketinên seretayî û ji ber ecemitiyan me kes tawanbar nekir. Weke ku me gelê xwe tawanbar nekir, me xwe ji tawanbarkirina hevalên ku destavêtin van karan jî xwe dûr girt, bi nêrîna ji bo çi wisa ne me difna xwe xwar nekir, rûyê xwe tirş nekir. Ev rastiya me ya esasî ye.
Ji bo pêşengek, bibe pêşeng karê divê seretayî bike, divê rastiya xwe bi awayekî arîfane û pêgiştî fêm bike. Şer bê amadekarî û îlkel hat kirin. Bi qasî têr dike xwe rêxistin nekirin, çalakî weke tê xwestin plansaz nekirin, li ser gelê me strateji, taktîk û siyaseteke rêxistinkirî ferznekirin, gelek darbe xwarin û li beramberî gelek êşên mezin rû bi rû mayîn mijara gotinê bû. Di vê wateyê de tişta ku di nav PKK’ê de hat jiyîn ji ber ku beşek ji dîroka sedan sal bû, me qala çend sedsal di nav çend salan de bi cih kirinê kir. Di salvegerên cur bi cur ên damezandina PKK’ê de nirxandinên ku hatin kirin, van pêvajoyan gelek baş datîne holê. Ev nirxandinên ku divê çawa qala pêşketina PKK’ê û şîroveya wê bê kirinin. Nirxandinên dawî bi wesîleya 7. Salvegarê de ji bo kovar û rojname gelek zelal hat axaftin. Ji bo vê pêwîstî bi dûbarekirinê nîne.
Ger em bi kurtî vebêjin, ji sala 1973’ê heta niha li ser navê rastiya taybet a Kurdistanê rastiya ku di teori û pratîkê de xwest bê pêşxistin, bi rasti jî rastiya netewî û civakî di ronahiya zanista şoreşgerî û hemdem de, bi rêbazê şoreşgerî anîna ziman wêdetir ketina nav hewldanêkê bû. Tevî hemû nebesî û bêderfetiyan ya hat kirin ev bû. Pratîk şênberbûna vê ye.
Taybetmendiyên ku gelê me di nav de ye, gav bi gav teysîna xwe li pêşeng kir. Taybetmendiyên cur bi cur ên gelê me, taybetmendiyên ku bi darê zorê hem ji aliyê hêzên noker hem jî ji aliyê hêzên bêgane ve li ser gelên me hatin ferzkirin, taybetmendiyên bêgane û berxwenedanê bûn. Di heman demê de ew taybetmendiyên kesayetiya berxwedêr, kindar teysîna xwe li pêşeng jî kir. Hineka ji wan berê xwe dan xiyanet û radestiyê, hinak ji wan jî di asta herî jor de ber bi berxwedanê ve çûn. Ev ji hev cuda bûn û bi hev re ketin nav pevçûnê. Weke ku hat diyarkirin, di nav refên PKK’ê de têkoşîneke nû ku ev jî refên ronakbûnê bûn. Weke ku di dahûrîna “ Pirsgirêkên Pêşketinê û Erkên Me” de hatiye destnîşankirin, ji ber nirxên nokerên feodal, tehekumkar û dagirker ve xwe formulekirina civakê bi PKK’ê re pêş ket.
Bîrdoziya PKK’ê ya ku navengeke azad afirand, polîtîkaya wê, atmosfer ji lêgerina çînên cur bi cur, gerîna cih û lêgerînên mewkiyan re rê vekir. Lê pêşengê PKK’ê ku li ser navê proleterya ket rê, xwediyên rast ên PKK’ê, em ji radestkarên herî dijwar bigirin heta burjuvaziya biçûk û nokerên zirav, ya ku qala xwe dikin, li dûv mewkîgeriyê geriya, jêre li cih geriya, li ser milên PKK’ê xwe bilindkirin. Berhemên ku ji aliyê wê ve hatibûn afirandin ji bo berjewendiyên xwe bikaranînê, her ku diçe li ser berjewendiyên çînî xwestin bikar bînin, heta hemû kesên curên çavbirçî hatin dîtin. Lê di seriyek din de jî yên herî fedekar, heta şervanê herî çavsor gelek tîpên din nasî. Me, ev bi şehîdan re dît, di xiyanetê de dît, di zîndanê de dît, li çiya dît, li derve dît, yên ku hemû derfet, ruhê û mejiyê xwe ji berxwedaniyê re veqetandîdî. Yên gelek kêm jî dayîn, ev her tim di kesayatiya xwe de veşart û hesabên zirav ên pêşerojê kirin jî dîtin. Yên ku bi lez xwe guhertin, yên bi lez xwe li gorî taybetmendiyên pêşengtiya proleterya veguhertin û xwe li gorî wê pêk anîn jî dît. Li beramberî vê yên rûpêş dan ser rûyên xwe, lê xwe weke PKK’yiyekî herî baş marîfeta herî mezin hesab kirin jî dît. Bi kurtî zemînên civakî, yên netewî çawa di PKK’ê de teyîsî û veguherî şerekî me ew jî dît. Di nav PKK’ê de ji aliyê gel ve xwedî li berjewendiyên xwe yên taybet derketin, di rizgariya netewî û civakî de bi îfadebûn, di asta xeta Marksîst û Lenînîst de, di asta pratîkî de çawa xwe gihand serfiraziyê jî dît. Di gel vê me şervanên xirab jî dîtin. Yên baş şer nakin, ji dijminên xwe yên çînî û netewî re ji aliyê bîrdozî, polîtîka û çalakiyan de di dema pêwîst û cihê pêwîst de yên ku bersiv nedan, planên baş çênekirin û yên pratîkeke baş raber nekirin jî me dît. Me şoreşgerên nebes ên ku rêhevalên xwe, Rêbertî, gelê xwe di rewşên gelek zahmet de hiştin jî dîtin. Me ecemiyên hejar ên ku nekarî polîtîka bikin û saf jî dîtin. Di gel xiyanetkaran, me berxwederên pir jêhatî jî dîtin. Di nava demeke kurt de, serûbinbûna dîrokek di nava PKK’ê de, serfiraziya rizgariya dîroka gelê me di pêşengtiya PKK’ê de çawa hat vegotin me ew jî dît. a
Cihê dirêj vegotina van ne ev dere. Ev hatine kirin, ti wateya dûbarekirina van nîne. Lê dîsa em dibêjin ti sedem nîne ku yê arife fêm neke ku ev gotin çi, çawa çêdike, pênaseya xwe ya guncaw çiye. Pêşengtiya PKK’ê bi bîrdoziya fonksiyona pêşengtiya Rêbertî re ji hêla polîtîk û leşkeri ve, di asta netewî û civakî de, di berxwedaniya eniyê de, ji serhildana herî ji rêzê ya gundekî heta serhildana giştî ya gel, ber bi Rêbertiyekî çawa ve bilind bû? Li derve û hundir wê ev Rêbertî xwe bispêre çi? Wê kîjan rêberên sexte gav bi gav vê pêk bîne? Wê xwe çawa li ser serdemê ferz bike? Bi bermahiyên ji serdema navîn mayîn re, bi wan mezhebên sexte, eşîret, otorîteyên feodal re wê otorîteya xwe ya serbixwe, têrker û modern ve, pêşengtiya xwe çawa ferz bike? Belê bi kurtî ew rastiya ku “Em Rastiya PKK’ê Rast Fêm Bikin Û Pêk Bînin” de hatiye formulekirin, ferzkirina me ya serdem tê çi wateyê, bêrêxistinî veguhertina rêxistin, bêçalakbûn veguherîna çalakiyê, di çarçoveya kîjan stratejiya leşkerî û siyasî de bi çi çarçoveyê dê bê veguhertin? Ev ê bi kîjan taybetmendiyên mîlîtanan bê serxistin tev hatine destnîşankirin. Ev di pratîk û hizirandinê de gelek hat kirin, hat fikirandin. Ji bo yên ku arifin, ji bo yê hinekî jî bi doza xwe ve girêdayiye, aliyê kar neyên fêmkirin, gelek aliyên kêm ên neyên meşandin, ev rewş wiha ber bi zelaliyê ve birin mijara gotinê ye. Û weke encama van hemûyan me qonaxên PKK’ê vegotin, ev qonax xwedî taybetmendiyên çawa ne, careke din 7. Salvegera damezrandinê de weke rastiya PKK’ê şênber kir, bi zelalî nirxand.
Xala ku em gihiştinê, rastiya gelê me û ji aliyê rastiya me ya partiyê ji girtina biryareke dîrokî wêdetir mirov nikare bi nav bike. Û biryareke bi ti gotinên din nikare bê vegotine. Em gihiştin asta pênaseyeke milîtanek girêdana bi doza xwe ve, rastiya PKK’ê esas girtiye, mîlîtanekî partiyê ji rêzê jî bi awayekî zelal bikaribe xwe bigihîne kûrahiya dilê xwe û bikeve zanîna wê. Niha di vê qonaxê de li ser esasê ders ji demên borî derxistin û em ê çawa ber bi pêşerojê ve biçin me zelal kiriye. Dema ku em bi dehan car dibêjin; “pêwîste, Rêbertiya PKK’ê rast bê fêmkirin û pêkanîn” em vê tenê ji bo pêşxistina hevoka wêjeyî nakin. Rastiya gelê me ya awayê henase bi henase yên ku hemû bêrîkirinên wî/ê hatine çewsandin heye. Rastiyek bi êş, îşkence û dagirkeriyê serî lê hatiye tewandin, lê her tim xwestiye bijî, her tim bi azwerî xwe bi axê û çiya ve gire daye. Hêviya xwe qut nekiriye, ev ji zarokê xwe re teyîsandiye, zarokên xwe bi hêvî mezin kiriye. Her tim ji bo xwe ji wî hêviyek bendewar kiriye. Hema bêje ev weke bîrdoziya malbatê gihandiye lûtkeyê, hevî û bêrîkirinên xwe, ji bo pêşerojê paşde xistiye. Bi vî awayî ji mezinên xwe merhamet, efû, alîkarî hêvî kiriye. Lê her tim qehr bûye, lê qet navber nedaye rastiya me ya gel, her ku çûye veguheriye stranekê, lorîkekê hema bêje veguheriye mahrûmiyetê, ya ku ji kombûna êşan pêk tê. Lê dîsa jî her tim rastiyek gelê me ya mîna lêdana dil lê dide heye. Rêbertiya PKK’ê jî weke encama êşên bi vî rengî ku di aqilan de cih nabe derketiye holê.
Li dijberî feraset û pêkanînên xweza, civakên bêgane û nokeran rawestîn, nepejirandin, bi dilê gel jê re bersiv dayîn, ew bi berjewendiyên gel ên taybet re gihandina zanînê û bi vî rengî zanistiya mîlyonan veguhertina zanîna Rêbertiyê pêk hat. Dilê mîlyonan veguherîna dilê rêbertiyê, dilê mîlyonan ê ku di yek dilê de lê dide, berjewendiyê mîlyonan ên ku di yek mejî de, di yekîtiya hizir û vîna vê di pêşeng de şênber bû. Rastiya ku ji aliyê hinek kesên ku di nav refên PKK’ê de ne û hem jî di îdaya wan a pêşengtî û rêbertiyê heye fêm nekirine, her çendî di gotin de fêm kiribin lê rastiya ku nekarîne di pratîka xwe de raber bikin tam li vir derdikeve holê. Ew li Tirkiyê weke encamê bîrdoziya Kemalîst, dij demokrasiyê, despotik, bi qasî ku dikare mirovan biçûk bike, ewqas biçûk kirî bîrdoziyeke bi vî rengî û ya ku dibe encamê vê kesayetek heye. Ew zilamê biçûk ê ku bi bermahiyên serdema navîn xwe xwedî kiriye naxwaze fêm bike di nav refên partiyê de pêşketin çawa çêdibe. Ger fêm bike jî pêwîstiya vê wê çawa veguherîne rêxistin û çalakiyê fêm nake. Bi hinek gotinên demegojîk ve, dikevin nava rewşek çavkoriya ku tarîtiya dîrokê dirêj bikin. Ev zilamê biçûk, bê ku bizane weke dîlê zincîrên bermahiyên serdema navîne û dîsa ew zilamê biçûk ê ku ji aliyê kemalizmê ve hatiye afirandin pratîkekê raber dike. Kesayeta bê xeber di nav refên partiyê de, hem jî xwe di bin gotinan de veşartiye, hinek caran devê partiyê bi kar tîne, hinek caran jî bi fêlbazî û çalekgeriya sexte û hinek caran jî bi ketina nava xefleteke ku xwe digihîne asta arîfiyê dixwaze ser vê rastiyê veşêre. Na, pêwîste rastiya gel bi hemû aliyên xwe yên xweser ve bê fêm kirin. Ev rastiya ku di PKK’ê de tê ziman, bi hemû taybetmendiyên xwe ve anîna ziman û tenê ne bi anîna ziman ve neçare ku vê bi dil û mejî ve jî bicebirîne. Her mîlîtanek di pêşengtiya PKK’ê de li ber xwe bide, ger dilê xwe wiha neke, mejiyê xwe wiha neke, wê nikaribe xwe ji berahiyên serdema navîn û Kemalîzmê ji kesekî ji rêzê û her ku diçe xeter dibe rizgar bike.
Başe pêşengtî çiye? Peşengtî; dijminên gel, ên ku reha wan digihêje piştî sedê salan û li dijî rêbaz û sepanên dijminê xwe yê ku navendên serdemê yên herî paşverû ji xwe re esas digirin, belav dikin, parçe dikin, dagir dikin, ji kesayetiya wî/ê dûr dixin, biçûk dikin, têxin û li beramberî felsefe û exlaqê wan parêzvanekî berjewendiyên cewherî yê gel’e. Tenê ne parêzvanek îlkel û amatore, her wiha ziraviya di derbarê ku êdî ji bo demekê devjênegere û rewşeke nayê pejirandine. Divê di exlaq de pêgihiştî, şênberkirî, yekbûna vê di stratejî û taktîk de pêk anîbe, pêşbîniyeke stratejîk û encamekî taktîkî pêş xistibe. Pêşengî xwe giyandina misogeriya têrker û pêgiştinê di nav xwe de dihewîne. Tu pêşengî, yan jî PKK’yîyî; wê demê tu naçarî wiha bî. Tu ji gel hez dikî, yan jî girêdayî yî; tê wiha bî. Tu bi namûsî, duristî; tê wiha bî. Tu bi exlaqî; tê wiha bî. Ma tu dixwazî bibî cureyek durû; tê wiha bî. Aliyê vê yê neyê fêmkirin nîne.
Başe, pêşketineke wiha gengaze? belê, gengaze. Dîrok bi pêşengên bi vî rengî dagirtîne. Dîrok, di qonaxa pêş a rizgariya gelekî de, di qonaxa rabûna ser piyan a çînekê de, bi şanaziyeke wiha, dilekî mezin, ji mêjiyên mezin re mînakên bê hejmar pêşkêş dike. Me bi kurtî nirxandineke van di despêkê de kir. Başe, heta niha kar bi vî rengî bi destnegirtin, destgirtin lê pêkneanînê re em çi navî lê bikin? Partiya me jî cureyek şoreşgeriyê ye, her tim em dixwazin ferz bikin. Ne devji azweriyên xwe yên azadî û serbixweyî berdidin, ne jî pêwîstiya vê weke tê xwestin di dem û cih de pêk tînin. Her tim di derengxistina salekê dixwazin rastiyan bidin dûbarekirin. Ev serê muhafazekarekî ye. Ev encamê pêwendiyên xwe ji pergala serdest û civaka kevin nequtkirinê ye. Li gorî daxwazên gel, li gorî lêdana dil dilê xwe lênedan, dibe navê bersiv nedayîna berjewendiyên taybet ên gel. Şoreşgeriya borî, şoreşgeriya nebes û xefleta ev di nava PKK’ê de berdewamkirinê ye. Li ser pişta PKK’ê bûyîna qov, hewaya azad a PKK’ê bi vî rengî karanîn, ev kesayet veguhestina nav me, vaye li vir ecûlîya zarokekî jiyîne. Hema diyar bikim û mînakekê bidim; ger zarokek zêde ecûl be, dema bi tena serê xwe li goşekeye malê tê hiştin diberde bin xwe, bang dike, qîj dide, tenê ji bo ku dê û bavê xwe mijûl bike, bi qasî ku dikare bigirî digirî, kiyametê radike. Ji zarokên wiha re zarokên ecûl tê gotin. Ev ne zarokên bi aqilin û ev zarok her tim lêdanê dixwin, tên eciqandin.
Di nava me de jî, zarokên kêrnehat ên şoreş û têkoşîna me ya şoreşgerî zêde dixwazin derkevin holê. Gelo dixwaze li quncikekê be, di nava partiyê de bi hinek nirxan jiyan bike û mîna zarokekî kêrnehatî dixwaze nêzîkî şehîdên me bibe? Xwe pîs dike û ma piştî wê qîreqîr dike? Xwe bigihîninê! Nêzîkbûnên mirovan ên zaroktî gelek caran tê dîtin. Belê, dema ku zarokek piçekê birçî dibe bang û gazincê dike, hêsrên çavan dibarîne, qîr dike; lê kesên pêgîştî ger ev kesên şoreşger bin qet qîmetê nadin van rêbazan. Zarokatî di nava rêfên partiyê de nayê domandin. Radestkarî dikare xwe veşêre, provakasyon jî dikare xwe rûpoş bike. Ji bê perwerdehiyê dibe ku gelek heval pêdivî bi alikariyê bibînin. Ev tiştên ku tên fêmkirinin û li dijberî van têkoşîneke çawa divê bê meşandin jî tê fêmkrin. Lê navê di zarokatî de israrkirin, ecemitiyê de israrkirin û di kêrnehatinan de israrkirinê tine ye.
Em ji tecrûbeyên xwe vê baş dibînin û fêm dikin; kombûnên hemû sedsalan, bi şêweya nexweşiyekê li kesayetiya xwe teysandin û ji bo ji van rizgarbûnê yên ku rêbazên bi Rêbertiyê dilîzin ne kêmin. Heta dawî bêrêxistin, bêberxwedanî, erkên dîrok û kêliyê hema pêk ne anîn, hezar û yek hêcet dîtin û sedemên pêk ne anînê rêzkirin, ev jî bi hinek rêbazên ku em jê re dibêjin demogîjî û bê ku xwe bizanibe ji vê bawerkirin, ev xêzkirin û nivîsîne. Kar çima baş nayên meşandin, hema bêje xwe pispor dîtin, Rêbertî acizkirin, nirxên şoreşgerî sorkirin, rêxistin sorkirin û tengezarkirine. Vaye ji we re kêrnehatinî, vaye zarokatî. Ya rastî ji ti kesî re yetkiyek wiha nayê dayîn. Lê ji ber sedemên cuda yên ku dikevin vê rewşê pir zêde ne. Xwe ne gihandina pêgiştin, terbiya berxwedanî û terbiya rêxistinê. Hişmendî, mantiq û ruhê zilamê biçûk ê ku ji aliyê Kemalîzmê û bermahiyên serdema navîn mayî dihewînin. Bilindiya demokrasiyê, şanaziya exlaqê sosyalîst najîn. Berçavkên serdema navîn bi gelek ji wan re ye. Tîpa serfkariya Kemalîzmê û tahrîpkar ya gelek ji wan heye. Bi kurtî exlaqê zilamê biçûk mijara gotinê ye. Lê pêşengtiya PKK’ê tê wateya redkirin û bi têkoşînê tesfiyekirina wan e.
Yê ku vê dijî ne tenê Rêbertî ye, rêbertiya ku bi berxwedanî şehîd ketî jî seknek wiha raber kirin. Yên zehmetiyên herî mezin jiyan, êşên herî mezin kêşan, îşkenceyên mezin jiyan çawa PKK parastin, çawa li ber xwe dan, çawa bi birçûbûn û agir re têkoşiyan, çawa li ber xwe dan, çawa hatin şewitandin, çawa hestî û çerm man û herî dawî vana ji partiyê re çi gotin? Gelo ev hemû nayên zanîn? Lê hinek reben vê ji nedîtî ve tên. Hem jî pir zêde li ser navê girêdana bi Rêbertiyê re wêje dikin, li ser navê ku heta dawî pê ve girêdayîne vê dikin. Tiştekî wiha nabe! Rêberên bi nirxên rast ên PKK’ê ve girêdayî, mîlîtan di pênaseya me ya bi bandor ku di roja îro de tê kirin û hem di pêkanîna wê de, hem jî yên di teoriyê de xwe gihandine, li beramberî rastiya me ya gel û partiyê nikarin wiha tevbigerin. Ma dixwazin bibin radestkar? Wê demê cihê ku biçinê diyare. Dixwazin rûpoşiya burjuvaziya biçûk bikin, bila vê bi hostatî bikin; pêdiviya wan bi perwerdê heye, divê merdane bêjin. Bi qasî ku nikaribin erk rakin lewazin, bila merdane bêjin.
Em weke Rêbertiya PKK’ê di derve û hundirê welat de, rêberekî berpirsyariya hemû çalakiyên leşkerî, polîtîk û bîrdozî digirin ser milê xwe ne. Em li ser ti kesî bi minet, rica li bergerandinê vê ferz nakin. Em şeref û serfiraziyek mezin didin kesên ku îda dikin bi erkên şanaz ên dîrokî ve, bi girêdayînên mezin bi hevaltiyê ve girêdayî ne. Yekane tişta ku fêm nakin ev e. şeref û anûreke mezin ji wan re hatiye bexşîn. Ango ne zehmetî ne. Bi vî awayî rêzdariya herî mezin ji wan re hatiye raberkirin. Nexwe em tena serê xwe jî dikarin xwedî li erkên xwe derkevin û birêve bibin. Em ji sererastkirina çalakiya herî mezin, plansaziya wê ya herî deqîq bigirin heta pirsgirêkên herî aloz ên bîrdozî û çareserkirina wan û bi qasî ku bikaribin di ronahiya sosyalîzma mezin de çalakiya ku bi erka şoreşê re rabe pêk bînin ji xwe bawerin. Di vê mijarê de milîtanên ku me erkdar kirîn hene. Wê demê bi çi sedemê dibe bila bibe, dê dev ji rêbazên ecemî û zarokatiyê berdin, dê kes nebêjin nikarim, vê-wê pirsgirêkê ez asteng kirim.
Erê bila tu kes kesayeta kêrnehatî ya ne şoreşger li ser me ferz neke. Em pir baş dizanin ji wê cîhana tarî ya zehmetiyan çawa em ber bi cîhana ronî ve hatine. Henase bi henase, bi dilekî ranewestayî, bi zanineke bê xew, bi zanîneke her tim li ser piyan û bi dilekî ve me ev tev destgirtin û pêş xistin. Ji gelek hevalan re navengên azad ji bo hizrînê û tevgerê hat bexşîn. Tiştên ku li ber deriyê Komara Tirkiyê bidîtan çi bû? Nanek bû. Me tenê ne pêxwariniya madî, ji pêxwariniya manewî jî ya herî baş da wan. Ancex dikarin minetdariya xwe li beramberî vê destnîşan bikin, şikir bikin û xwe deyndar bihesibînin. Yek ji nirxên me yên herî mezin hevalê Xeyrî, ev bi awayekî vekirî aniye ziman; dibejê; “Herkes deyndare”, dema ku dimire jî deyndare. Di vê oxirê de mirin jî mirov ji deyndariyê rizgar nake, divê serkeftin bê afirandin. Ev taybetmendiya herî bi exlaq a partiya me ya herî diyarkere, exlaqê şoreşê, exlaqê şoreşgerî qûralê herî sereke yê ku civak li ser bilind bibe û xwe bibînê ye. Herkes ancax dikare bêje ku deyndare, neku mafdare. Ne di rewşa wergiriyê de ye, di rewşa dayînê de ye. Başe, ma nizane ev bi vî rengî ye? Ger tê zanîn, wê demê çima pêdiviya wê neyê bicihanîn?
Di nav we de kesên ku nirxên herî bilind radestî wan hatî kirin jî hene. Hevalên ku bi derfet û yetkiyên herî mezin hatine xemilandin hene. Em ji yên hêjî têr nebûne, heta niha jî yên ku daxwazên wan ên bi vî rengî hene re tenê Xeyriyan dixin bîra wan. Wan di kîjan mercan de, nûnertiya çi çawa kirin, ev çawa formule kirin? Me kadroyên herî pêşketî dane wan, lê em ji yên ku nikarin du demjimêran bi wan re eleqeder bibin re dibêjin: Kemal Pîr dibêje; “Ger pêwîst bike em ê 300 demjimêran eleqeder bibin û bikin mirovê doza xwe.” Ne 300 demjimêr, tiştên ku di 3 rojan de, di sê demjimêran de, di 3 xulekan de bên ravekirin hene, tiştên ku encam jê bên girtin hene. Exlaqê axaftina doza me, eleqederbûnê jî wiha ye. Ev jî ne tenê di dîmen de û ne jî îstîsna ne. Ev nirxên esasî yên PKK’ê ne. Belê, li beramberî van nirxên esasî ma em ê ji wan kesên burjuvaziya biçûk û xwedî azwerî re derfetê weke dixwazin di nav PKK’ê de jiyankirinê bidin wan? Ji ber ku Çiya ye, nizanin filan û bêvan zehmetiyên wê hene, ma em ê ji şanaziya PKK’ê tawîz bidin, bi wan re lihev bikin? Na, na! Ew ên ku wiha ji bê çalakî û bê rêxistiniyên xwe re kilif bibînin dixapin. Çeka PKK’ê çeka devjêneger a gelê me yê qet dev ji berxwedanî bernedê û bedêng nebê ye. Belê dibe ku baş kar nake, ristekî zêde naleyze, lê çeke her ku biçe dê bi bandor be û bixebitê ye. Li beramberî vê hinek heval, hîn dibêjin ma pêwîste em xwe wiha rêxistin bikin, ma em wisa li ber xwe bidin, gelo dema wê hat an na? Yanî bi vî rengî divê erkên bîrdozî, siyasî, rêxistinî ji hev bên qutkirin, xwe bigihîne komîteyekê, nûnerên wê erkdar bikin. Gelo dihizirin nizanim ji bo erkdariyê divê wiha bê erêkirin, bi zimandirêjiyek wiha yên erêkirinê ve şoreşgeriyê dikin? Hîn dema ku PKK nû derketî holê ji aliyê bîrdozî, polîtîk û siyasî ve bi şêwazê Rêbertî afirîye. Dibe ku di şêwaza ji dayîkbûneke biçûk de be. Lê di wê demê de jî berxwedaniya herî mezin heye. Serhildana herî bi hêz heye. Ji 73’an ve heta niha Rêbertiyeke her tim berfireh dibe, heta hûrkariyên kûr mezin dibe heye û ev jî berxwedane. Niha dibêjin beşekî mezin ên hêzê me yên ne çalak hene. Em jî ji van re vê dibêjin; PKK berxwedaneke, PKK berxwedaneke di êrîşê de ye. Belê, gelê me bi giştî di rewşa parastinê de ye. Lê misoger PKK di nav parastinê de tevgereke êrîşê ye. Di hizir de ji kêliya despêkê ve êrîşek bû, di polîtîkayê de dema gava yekem avêt êrîşek bû, dema ku di çalakiyan de gava yekem avêt êrîşek bû. Hema em bixin bîra we. Dema ku Heqî li Amedê bûn bê ku ferman bigirin, bi tena serê xwe weke pêdiviya ruhê êrîşa PKK’ê li faşîstekî daye. Dibe ku rêze çalakiyên şîdetê yên ku em hejmara wan nizanin li dar xistibin. Wê demê komîteya leşkerî ya PKK’ê ne bû. Organizasyona wê ya polîtîk jî nebû. Di qonaxa grûbê de bû. Lê mirovê şoreşger lêdana faşîstan jî di nav de, gelek çalakiyên şîdetê encam dan û haya me jî ji van nebû. Ma Heqî şaşî kir, ji ber ku komîteya Heqî ne diyar bû gelo qûral binpê kir? Qetiyen ne wisa bû. Heqî di heman demê de ruhê siyasî û leşkerî yê partiya me bû û pêdiviya vî ruhî bicî anî. Qet ji me re negot. Name nenivîsand, ne got biryar heye yan na, komîteya wê çêbû çênebû. Bi tena serê xwe kir, pêk anî, di dîroka partiya me de xwest qonaxeke wiha derbixe holê. PKK’yîbûna rast, rastiya ruh û pratîka êrîşa PKK’ê ev bû. Kemal wiha ye. Bê hejmar kadroyên me ên bi vî rengî hene. Bê ku ferman ji me bigirin li ber xwe dan, paşverû û xayîn kuştin, rêxistin damezrandin. Lê ne gotin; “Ferman û Komîte nîne em bisekinin.”
Wê demê em taybetmendiya kûrahiya rastiya PKK’ê baş fêm bikin: Ji roja derketina xwe heta roja îro PKK her tim çeka êrîşa taktîkî ya gelê me ye. Hem jî bi derfetên herî biçûk çeka ku êrîşî dijmin dikê ye. Heqî çalakiya xwe ya yekem çawa lidarxist? Bombe û fîşekên yekem çawa teqand? Di bajaran de ev kir, hîn li lûtkeyên çiyayan jî xwe bi cih nekiribû. Me, vala vala Heqî dema ku ev çalakî li darxist, weke ruh û çeka êrîşê bi nav nekir. Wî bi encamekî xwezayî yê bîrdoziya PKK’ê ev pêk tanîn û dijmin jî vala ew nekuşt. Ji ber vê taybetmendiya wî ew li nav bir. Wê demê ruhê êrîşê yê PKK’ê, bi hemû taybetmendiyên xwe, divê baş bê fêmkirin û em dibêjin divê rast bê pêkanîn.
Me, di bîrdoziyê de gotinên yekem mîna fîşekê teqand, lê bi azweriyeke mezin, bi nihîniyeke mezin û bi pêngavekê ev kir. Em pir baş dizanin wê demê burjuvaziyê bihist û gotin: “Em ê di sê mehan de karê wan xilas bikin.” Gotin bîrdoziyeke wiha, êrîşeke wiha dibe? Lê hemû vala derketin. Vaye PKK ev e. bêgûman li beramberî feraseta hinek hevalan a parastina pasîf gelek tişt dikarin bê gotin. Tenê ne rewşa hinek hevalan ya gelek ji wan wiha ye. Ma qet ji gelekî kole, dikare tevgereke taktîkê parastinê bişopîne derkeve holê? Ev, tê wateya ji rastiya şênber û zanista şoroşgerî tiştek nefêmkirine. Wêjeyekî amadekariyê derketiye, çiye ev amadekarî? Di kêliya despêkê de, dema destpê kir, amadekarî çiqas bû? Lê çiqas kar tê kirin, çiqas rêxistin dihat avakirin. Jixwe di nav me de amadekarî çalakiye, amadekarî rêxistine, amadekarî êrîşkirine. Eşkereye ku her tim bi êrîşê dikare amadekarî bê dawîkirin. Ango amadekarî ne xwe başde kêşane. Ne bendewariye, ne parastine. Dibêjin plansazî, nizanim dibêjin eniya paş; enîya paş erîşa herî mezine, plansazî êrîşa herî mezine. Û ev hemû jî di vê pergala çalakî û rêxistinî de pêk tên. Ev, taybetmendiya herî kûr a şoreşa Kurdîstanê, rastiya devjênegar a ruhê êrîşê ya PKK’ê ye. Û taybetmendiya ku ji aliyê kadroyên bexwedêr ên partiyê hatiye raber kirin û divê bê raberkirin jî ev e.
Serfirazî, Bexwedanî Wê Bibe Yên Bi Ruhê Êrîşê Şer Dikin!
Adar 1985
Rêber Apo