CIWANINO!
BERÊ XWE BIDIN ŞER Û JIYANA AZAD
(CIWANINO! BER BI ŞER, BER BI JIYANA AZAD!)
Rêhevalên Hêja!
Salvegera 43an a PKKê, di serî de li RÊBER APO, têkoşerên/mîlitanên PKKê, gelên Kurdistanê û li hemû gelên cîhanê yên têkoşîna azadiyê didin pîroz be. Em, ji bo RÊBER APO, cangoriyên me yên leheng, têkoşerên/mîlîtanên leheng ên PKKê yên ku hê dijîn, gerîlayên me yên fedayî yên ku li Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê şerê vîneke ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin didin, ên ji bo ku em vê rojê wek roja destpêka jiyana nû, wek roja cejnê, wek destpêka roja azadiyê bijîn derfet afirandine, hestên xwe yên rûmet, dilsozî û minetê diyar dikin.
Sekna PKKê ya ku di pêşengiya RÊBER APO de, ku 43 sal e bêwest û rawest didome û hebûna xwe bê navber didomîne, ispat kiriye ku li dijî êrişên çepel û kirêt ên hemû dewletên qirêj hêzeke efsanewî ya têkneçûyî ya li ser piyan e. Îro di serdabên (tunelên) şer de, israra Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya di xeta berxwedan û serkeftinê de, ya li dijî êrîşên bi her cure çekên kîmyewî ku mêtingerên tirk ji bo ku Helepceyên nû pêk bînin pêş xistine, sembola herî mezin a vê meşa 43 salî ye. Di vê meşa azadiyê de mezinkirina hêza me ya gerîla, ji bo me ciwanan peywira sereke ye. Mezinkirina gerîla bê guman bila tenê wek kitekit û ji aliye hejmarê ve neyê fêmkirin. Mezinkirina gerîla, mezinkirina teşe û çanda jiyan azad e, ku gerîla vê yekê îfade dike. Mezinkirina gerîla, xurtkirina xeta di berxwedanê de ye. Mezinkirina gerîla, israra di giyanê azadiyê de ye. Mezinkirina gerîla, ev e ku ji bo nirxên xwe yên jê bawer dikî, hewce be, hemû cîhanê bidî hemberê xwe û şer bikî. Ji bo vê yeke, em dikarin bêjin ku ji aliyê hejmarê ve mezinbûna gerîla, di cewhera xwe de dê pêşdeçûneke çawanî-wesfînî jî pêk bîne. Bi vî awayî bîrdoziya RÊBERÊ ME, dê di qada jiyanê de zêdetir pêk bê, dê şênber bibe, bibe hêz, berbelav be û kûr be. Ev yek, dê di heman demê de tenêhiştina (tecrîda) girankirî ya li ser RÊBERÊ ME, bê wate bike. Mezinkirin û pêşxistina gerîla, dê bê wateya mezinkirin û pêşxistina RÊBER, di heman demê mezinkirin û pêşxistina têkoşîna jiyana azad û gihandina wê ya ber bi serkeftinê. Li ser vê bingehê, em dikarin bêjin, di radeya ku têkoşîna me hatiyê de, biryara herî stratejik û nirxbar tevlîbûna refên gerîla ye ku ew qiblegeha azadiyê ye. Dema ku mirov bala xwe didê, mirov baş dibine ku armanca bingehîn a ku dijminê faşîst ê komkuj xwe ji bo wê seferber dike sekinandin û bidawîkirina tevlîbûna refên gerîla ye. Bêguman, dijmin di nav plana êrîşeke yekpare de ye. Ew jî baş dizanin, a ku werçerxana pêşveçûnan diyar dike tevlîbûna gerîlayan e. Herwiha, şerê tevayî yê bê navber ê van 6 salan jî ev rastiya bandorker raxistiye ber çavan. Ji ber vê yekê, girêdayî giyanê pevajoya ku em tê de ne, tevlîbûna ciwanên Kurdistanê yên şoreşger a şerê azadiyê, wekî kurd û Kurdistanî yek rê ye, ku ji bilî vê tu riyên din nîn in. Tenê ev rê ye ku em ê hebûna xwe pê bigihînin azadiyê.
Mijareke din jî ev e ku dijminê faşîst ê komkuj, bi taybetî di şexsê gerîla de siyaseta tenêniştin (tecrîdkirin), dortengkirin û parçekirinê li ser têkoşîna me dimeşîne. Dixwaze vê yekê bi rê û rêbazên zaneyî û pergalsaz/birêkûpêk berfireh bike. Divê li her derê hê zêdetir bi berfirehbûn û berbelavbûnê ev siyaset bê şikandin. Dîsa dijmin, gerîla tenê wek hêzeke li çiyayan dibine û dixwaze bi temamî li çiyayan asê bike û bi sînor bike. Lê bele, gerîla pêkhateyeke ku xwe bi cihekî ve gire bide nîn e. RÊBERTIYA ME, dema ku digot ‘gerîlatiya 24 saetan’ li ser vê rastiya girîng disekinî. Berpirsiyariya bingehîn a her kadroyekî Apoger ew e ku, giyanê gerîla û xeta wî, li çiya, deşt û bajaran hê zêdetir bijî, pêşde bibe û bigihîne her derê. Wexta ku dijmin xeyala ku gerîlayan xilas bike û bigihîje encamê disêwirîne, divê bajar bibin biryargeha gerîlayên ku xeta Apoger li dil û mêjiyên xwe kolane.
Rêhevalên Hêja!
Ji avabûna Partiya me heta niha qada Bakur, li ser bingeha tevlîbûna ciwanên Bakur ji her qadê re pêşengî kiriye. Ji xeta têkoşîna Apoger qet tawîz nedaye. Di xeta xwe ya têkoşer/militan de, xwedî li mîrateya şoreşger a Partiya me derketiye. Bêguman, potansiyela herî zêde ya tevlîbûna têkoşînê bûye Bakur. Ji ber ku ew cihê pêşîn e ku tovê Partiya me lê hatiye reşandin û tu caran dest ji vê pêşengiya xwe bernedaye. Li dijî zext û êrişên jiholêraker ên dijmin her dem di xeta çalakiyê de israr kiriye. Tê zanîn ku bi taybetî van heyamên dawiyê, ji bo ku dijmin pêşî li ber tevlîbûna bigire bi awayekî kirêt, çepel û bêbext hinek êrişên şerê taybet bi pêş dixe. Ji ber wê, sedema pêknehatina tevlîbûna ku tê xwestin helbet netêkildarê xwedîlêderneketina ciwanan a vê mîrateyê ye. Nirxandina bi vî awayî, bi temamî dûrketina ji rastî, hiş û aqil e. Ne pêkan e, ku ev rasteqîniya (heqîqeta) ku rehên xwe bi xwîna cangoriyan û bi lehengiyan berdane ziwa bibe. Va ye 43 sal e em bi vê heqîqetê hatin mezinkirin û me ev rastî dît; tu hêz û qawet nikare me ji vê mîrate û nirxî dûr bixe.
Bêguman, sedemên pêknehatina tevlîbûna ku tê xwestin hene. Sedemeke girîng a vê yekê, êrişên dijmin ên bi armanca pêşîlêgirtina pergala tevlîbûyînê ye. Dijmin, ji bo ku di êrişên xwe de hê zêdetir encamê bigire di pergala xwe de guhertinên bingehîn daye çêkirin. Hemû pergala xwe ya salixdariyê (îstixbaratê) ji serî heta binî kiriye navendî. Ji bo ku her cureyê agahî û zanyariyê bi rengekî herî pêkanîner bi kar bîne sazgêrên (mekanîzmayên) taybet ava kirine. Bi kurtasî, ji bo ku zorî û xitimandinên xwe yên li dijî Têkoşîna me ji holê rake guhertinên pergali yên bingehîn pêk anine. Armanca astengkirin û pêşîlêgirtina xebatên tevlîbûnê di serê van guhertinên pergalî de tê. Tê zanîn, şervanek nû heta ku tevlî refan dibe çi li ber çavan digire, bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û tu zor û zehmetiyan li pey xwe dihêle. Dijmin ji bo ku pêşî li ber tevlîbûna şervaneke/î nû bigire her tiştê xwe seferber dike. Mînaka vê ya herî dawiyê, di çarçoveya şerê taybet de, li bin navê malbatan, anîna ber deriyê partiyeke siyasî ya hinek kesên hevkar û qontra ne. Ev mînak bi tena serê xwe radixe ber çavan ku dijmin çiqas girîngiyê dide pêşîlêgirtina xebatên tevlîbûnê. Hesaba wan ew e ku, bi vî awayî, bi xebateke ji her çar milan û bi piştgiriya şerê taybet û derûnî, tevlîbûnan ji binî ve, tev bidin rawestandin. Di vê mijarê de; divê em diyar bikin, êrişeke ku heta niha nehatiye dîtin heye. Lê belê, ligel ku ev rewş rewşeke girîng e, sedema bingehîn a diyarker teqez ne êrişên dijmin in. Sedema bingehîn a diyarker; sekn û nêzîkatiya ku guhertinên dijmin pêk anîne nabîne û xwe li gor şert û mercên dema nû naguherîne û venaguherîne, xwegihandina şervaneke/î nû ya/ê ku bi hestên bêhempa yên RÊBERTÎ û gerîla hewl dide xwe bigihîne refên gerîla, wek peywîreke stratejîk nabine û pêşîlêgirtinên dijmin bi rê, rêbaz û pergaleke vebijark (alternatif) pûç nake û vala dernaxîne ye. Kurt û kurmancî, sekn û nêzîkatiya bêrêxistin a ku li gor rastiya dijminê faşist, nikare xwe ji nû ve bi rêxistin bike diyarker dibe. Rastiya ku wek rojê aşkera û zelal ew e ku, li Bakur bi hezaran ciwanên KURDISTANî hene ku îman bi felsefeya RÊBERTÎ anîne û dixwazin di çeperên herî pêş de cihê xwe bigirin û ji dijminê faşist tola mezin hildin, ala berxwedanê ya ku cangoriyan dewr kiriye hildin herî jor û ji qêrîna azadiyê ya gelê me re, bi govenda serkeftin û serfiraziyê bibin bersîv. Xwegihandina vê potansiyela ku armanc dike bibe lehiya azadiyê û bi awayekî canbexşane bi ser dijmin de here û wan bigihîne qadên têkoşînê peywîreke bingehîn a jiyanî ye.
Wek encam; di van rojên ku em salvegera 43. a Partiya xwe PKKê ku mîsogeriya (teminata) azadiya me ye pêşwazî dikin de, divê tenê rojeveke ciwanan hebe; ew jî mezinkirina PKKê, mezinkirina PKKê, dîsa mezinkirina PKKê. Her ku PKK mezin bibe faşizm dê biçûk bibe, dê ber bi xelasbûnê ve biçe û berbanga azadiyê dê bê dîtin. Dem ew dem e ku, di heyameke ku dijmin hewl dide PKKê terorîze bike û tenê bihêle (tecrîd bike) bi hest û giyanê “TEVÎ HER TIŞT Û KESÊ/Î EM PKK’YÎ NE” seferber bin.
PKK têkneçûyî ye, tu car têk naçe; ji ber ku di haveynê wê de ked, xweh û xwîna canbexşên nemir ên ku îman bi azadiyê anîne heye. Niha dem ew dem e ku, ev rastiya têkneçûyî bi serkeftin û serfiraziyê bê tacîdarkirin, ango bi hezaran ciwan tevlî refên gerîla bibin û darbeyeke dîrokî li dijmin bixin. Bîr û baweriya me tekûz e ku giyanê dirûşma bi nav û deng a demekê “CIWAN BERÊ XWE BIDIN BOTANÊ, WELATÊ AZAD” dê van rojan biveje û mohra xwe li vê dem û pêvajoyê bide. Keç û kurên Bakurê Kurdistanê ên egîd û leheng, dê xeta berxwedanê ya Apoger ji xwe re bikin bingeh, navê xwe di meşa serkeftin û serfiraziyê de bi lehengî binivîsin.
Li ser vê bingehê; em ji dil û can bawer dikin ku, ciwanên welatparêz dê di asta pêşengiyê de, xwe tevlî xebatên peywîrên stratejîk bikin; bi giyanê berxwedana çiyayên biheybet ên Kurdistanê, em bang û gazî dikin ku di 43. salvegera Partiya me de, ciwanên welatparêz û şoreşger tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibin û dibêjin:
“CIWAN BERÊ XWE BIDIN ŞER û JIYANA AZAD!”
(“CIWANINO! BER BI ŞER, BER BI JIYANA AZAD!”)
Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê