Leyla Walî Hesen (Viyan Soran) sala 1981’an li bajarê Silêmanî di nav malbateke ji eşîra Caf de jidayîk bûye. Li gel xwişka xwe biryara tevlîbûna nav refên gerîla didin. Dema ku malbata wê Jê dixwazin ku ji biryara xwe poşman bibe, ji wan re dibêje; ‘Bi tu awayî ez bi we re nayêm. Ez diçim wî cihê ku daxwaz û xwesteka xwe ya azadiyê pêk bînim’.
Viyan Soran ji ber wêrekiya xwe û xwesteka xwe gihandina fikir û felsefeya R.APO piştî tevlîbûna xwe bi salekê di nava şert û mercekî zehmet û dijwar de xwe gihande asta fermandariya Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star). Di hemû kêliyên jiyana xwe de li ser hişmendiya jina azad û tolgirtina ji zihniyeta zilamsalarî bi israr bû . Di heman demê de ji ber helwest û kêrhatiyên wê di nava PKK’ê de navê wê belav bû. Di sala 2006 an de dema ku ji milê hêzên komploger tecrîd li ser serokatî hat giran kirin bû xwedî helwest li beramberî komploya navdewletî û îxanetkaran. Hevrê Viyan Soran bi duruşmeya hûn nikarin roja me tarî bikin biryara fedayîbûna jiyanê da û agirê azadiyê bi bedena xwe geş kir.
Rêhevala Viyan Soran xwedawenda çiyayê kurdistanê mînaka jina azad û têkoşînvan çirûska ji agir ya ku bi agirê xwe kurdistan ronî kir ez bawer nakim yek xêz yan jî yek rûpel sekin û helwesta hevrê Viyan îfade bike. Rêhevala Viyan bi hezkirina xwe ya ji dîlanê re hemû jinên cîhanê vexwend têkoşînê û dîlana azadiyê kir bi vê çalakiya heval Viyan re bi hezaran jinên ku azadiya wan hatiye dîlgirtin bûn şopdarê Viyanan. Hevalek bi vê kurahiyê jiyan dike dibêje bi naskirina ji navê R.APO re min wateya jiyanê fam kir. Heval Viyan bi vê hezkirin û girêdabûna xwe nameyekê bi agirê bedena xwe ji serokatî re dişîne, ya rast eve xwedîderketina li fikir û felsefeya serokatî mirov di şexsê Hevrê Viyan de dibîne.
Rêhevala Viyan ji bo şermezarkirin û vala derxistina vê komployê li çiyayê Heftanîn agir bi bedena xwe xist û bû bersiv li hember komploger û îxanetkaran.