Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Dêrik, Şengal, Wargeha Mexmûrê û Şehbayê şermezar kirin.
Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbic û Gundewarên wê Ehmed El-Cimêlî daxuyanî li stada Sudasî bi beşdariya endamên tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em ji vî cihî de bi tundî êrişên duh ên li dijî Dêrik, Şengal, Wargeha Mexmûrê ya ji hêla faşîsta Tirk ve şermezar dikin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker her tim bi rêya çeteyên xwe komployan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.
Bi komploya dawî ya li dijî girtîgeha Xiwêranê ku hejmareke mezin ji terorîstên DAIŞ`ê tê de ne, nekir. Armanca wê ku tevlîhevî û metirsiyan di nava şêniyan de derxe, wan koçber bike û îradeya wan a azad bişkîne û em komkujiyên ku li dijî sivîlan pêk hatine, ji bîr nekin.
121 endamên hêzên me yên leşkerî ji bo paratina xaka xwe gihaştin asta şehadetê. Dewleta Tirk hîn jî destekê dide çeteyên ku bi fermana wê dixebitin û îxanet li welatê xwe kirine, xaka xwe firotine û ji bo pereyan dev ji xizmên xwe berdane.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em her roj şehîd li pey şehîd oxir dikin da ku em komployên wan ên qirêj rawestînin. Ev yek hêzeke mezintir dide me ku em rêya şehîdên ku ji bo azadiya gelê xwe û belavkirina fikreyên neteweya demokratîk tê dikoşiyan û canê xwe feda kirine, bişopînin. Ev derbe piştî têkbirina DAIŞ`ê li Hesekê hate kirin.
Ev yek nîşan dide ku êriş bi plana faşîsta Tirk pêk hat. Ev derbe ji bo tolê ji gelê ku li dijî terorîstê hevgitiye hilîne û DAIŞ`ê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir.
Em bang li hemû dewletên ku dixwazin xaka Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet dagir bikin, dikin ku em li ser soz û fikreyên neteweya demokratîk in.”
Tevgera Ciwanêm Şoreşger Minbic 02/02/2022