Navê min Emîna Elî ye ez xwişka du şehîda me xwişka şehîd Baz û şehîd Leheng di 94’an de mala me li Şamê bû li neşabîyê bû heval dihatin gel me û diçûn di rojekê de heval hatin gel me gotin emê biçin civîna serokatî, ez pir kêfxweş bûm min nizanîbû ezê çi bikim min rabû zarokên xwe li gel cîrana hiştin û min xwe amade kir. êvar bû em çûn ez û hevalekî ji neşabîyê çûn em çûn zeviyekî ez pir kêfxweş bûm min nizanîbû ezê bi çi rengî serokatî bibînim li wî cihî hevalên birîndara hebûn. Ji bo min rojek Pîroz bû pir xweş bû wekî ku cîhan hemû bû ya min bû bi dîtina serokê. xwe demekê em li hêviya wî man hevalekî ji derve bankir got şiyar bin teqereq bi kursiyê hevalên birîndar ket hemû ling qutkirî bûn bi gotin şiyar bin em hemû sekinîn serok ket hûndir silav li me hemûyan kir, û got:”rûnên” em rûniştin heyecanek pir mezin bi min re çêbû, bi dîtina serok re wekî ku nû ji dayika xwe çêbû me ne mal û ne zarok hatin bîra min bi dîtina heybeta serok re gotinên xwe xilas kir. ji me pirs kir got pirsê kê hene min nizanîbû ez çi bêjim min destê xwe bilind kir û got:serokê min nerînê van Erebên li gel tirkan bi vê şoreşa me çiye xweşik bersiva min da û got rûne piştre me qedand gotin her du du werin kêleka serok wêneyên xwe pêre bigrin. min pir dixwest serok hembêz bikim û rûyê wî ramûsin lê bi min re derneket ,piştî ku mewêne girt em derketin serok û heval di hundir de man ji bo min rojek pir taybet bû . Gotinên min ji bo roja reş em wê rojê şermezar û nehlet dikin rojeke tarî ye erê serok hat girtin lê bi ser me hemûyan hat em pir bi vê rojê dêşin û emê li pey serokê xwe bin heta dawî heya ku serokê me rizgar bibe .