DîtbarîDosyaGiştî

Dîroka Sûriyê û destpêkirina şer di dîrokê de

Dema em behsa Sûriye bikin bêguman pêwîste ewil em bêjin Şam û destpêbikin. Ango Sûriya bê Şamê bê wateye,bi gotinên me ji şam re bûhişta li ser erdê ye ,Yek ji nevîyên Sam kûrê Nuh ji ber ku navê xwe Dîmaşk bûye,ji Şam re Dimaşk hatiye gotine.
Lê hêna balkêştêr ew e ku, li gore gotinan kûrê Adem Kabîl, Habîl li Şam de li ser çiyayê Kâsiyûn de kuştiye. Û em jî dizanin ku li gore vê mîtolojiyê; xirabî, kuştin, êş, azar ango kutuya pandora bi vê bûyera vebûye, destpêkiriye û hêna jî bênavber ev xirabî û kuştina bi hovane dom dike.
Gelo çîroka Kabîl û Habîl ya ku li ser serê bajarê Şam de destpêkiriye ma îro jî li seranserê Sûriye de dom nake? Sûriye ya ku îro tevahî bûye xwîn û cihê kuştinê gelo nifireke?
Bêguman derbarê vê xirabî û kuştina de ger lêkolînek fireh were kirin û were nivîsandin, gelek tiştên balkêş yê rastiya vê bûyerê jî wê bi xwe re bîne.
Lê mijara me ne ew e, mijara me Şerê Taybete ku ya çi di dîroka Sûriye de, çi dema Fransiyan de û çi di dema Sûriya beriya Hafiz Esad û pê wî de, rê û rêbazên ku di milê Şerê Taybet û Şerê Derûnî de hatine destgirtine.

Tê gotin ku ji bo nav lêkirina Sûriye sê nêrîn hene.
Yek, Ji ber ku berê li vir Asûran hukum kirine jê re Asurya hatiye gotine û bi demê re ev gotina bûya Sûriya.
Dûyem, Berê li vir bi şêweyekê zêde Sûryan jiyane, û bi demê re gotina Sûriya ango Sûriye pêşketiye.
Sêyem jî ji ber ku bajarê Sûr yê ku îro li ser Lûbnanê de li peravên Behra spî de berê li ser vê herême dihate hesibandine, demê re ji bo vê herêmê Sûriye hatiye gotine,êdî kîjan nav raste an rast bibe îro her kes ji bo herêmê navê sûriyê bikar tîne û em jî sûriyê dibêjin.

 dema ku behsa Sûriye bikin pêwîste ku behsa êrîşên Gilgameş û her wiha kesên wek wî jî were kirin. Bêguman dema dibêjin Sûriye bêyî erîşên Împaratorê Akadiyan Sargon û neviyên wî jî kes nikare jê derbas bibe. Pêwîste naye bîra kirin ku Sargon yek jî Împaratorê yekem e ango serdestê yekeme ku rêbazên emperyalîstî û dagirkirina hişk pêk aniye. Pê re jî pêwîste ku yên ku Sûriye destdigirin bêguman behsa êrîşên Împaratoriya Asûr, Hamûrabî, Babîl, Fars, Yewnan, Roma’yî, Part û Sasaniyan jî bikin.
Dîsa dema ku behsa Sûriye û Şam ango Dîmaşk were kirin ma gengaz e ku behsa H.z Îsa nekin û erîşên bi hovane yê bi hezaran salan ên Bîzansiyan nekin?
navenda ku herî zêde zerar daye Îslame Împaratoriya Emeviyane û navenda wan ango paytaxta wan jî Şam bû.
Vala vala her carê Erdoxan behsa vexwarina çayê li Camiya Emeviyan nake. Çawa ku îro li Enqere Erdoxan qasrek xwe bi hezar û sed mezel heye, di demê xwe de wan jî li Şam qesra Kesk jî xwe re avakirîbû. Bêguman bi pêreyên dizî ango şelandî. Heman wek Erdoxan kirî…
Dema Şam were gotin bêguman pêwîste kirinên qirêj bi sedan salan ên Abbasiyan jî were bi lêvkirin. Dema Şam û Sûriye were gotin bêguman pêwîste erîşên Xacparestan û berxwedana Nureddîn Zengiyê Tirk û Seladdîn Eyyubiyê Kurd jî werin ziman.
Şam û Sûriye bêyî ku erîşên hovane yên Moxolan werin bi lêvkirin jî yê kêm bimîne.

bê guman ger em bixwezin hem li sûriyê û hem jî li ser kurdên ku di sûriyê de ango rojava de jiyan kirine texrîbatên piştî şerê cîhanê yê yekem fêm bikin pêwîste ku em behsa kirinên ferensa ya emperyalîst jî bikin.
Pê êrîş û texrîbatên ku Fransiyan dijî Suriye meşandine şûn ve pêwîste ku em behsa Pêvajoya Darbeyên Leşkerî jî bikin. Bêguman pêwîstî heye ku behsa pêvajoya Komara Yekbûyî ya Ereban jî were kirin.
Wek din jî pêwîstî heye ku pêvajoya piştî salên 1961’an jî werin ziman. Taybet jî erîşên dijî Kurdan.
Ji bo ku roja îro were fêmkirin pêwîste kêm jî bibe malbata Esad û pê re jî pratîkên Hafiz Esad û kûr Beşar Esad jî were kirin.
Di wê manê de bi protokola ku qaşo Mutabakata Adana tê gotin bi kijan rêbazên qirêj dijî Kurdan şer kirine jî pêwîste werin ziman.
Û her wiha pêwîste ku behsa kirinên qirêj çi rejîma Beşar Esad, çi Dewleta Tirk a faşîst û çi jî Kurdên Spî yên ku bi dil û can hevkariya Erdoxan dikin jî bi kirinên xwe yên piştî ku Kurdên azadîxwaz bi dilek û bi werekiyek mezin şoreşek li 19 Tîrmeh 2012 bi derxistin jî bi hemû tazî bûyîne xwe werin ziman…

Başa dön tuşu