Dewleta Tirk û Binpêkirina Zagonên Navnetewî di bikanîna çekên Kîmawî de
Piştî şerê cîhanê dûyemîn ango di sala 1945 an de ku di encama wî şerî de 90 milyon însan jiyana xwe ji dest dan ,di van şeran de tû zagon û pîvan ji aliyê êrişkaran ve ne dihat naskirin ,lewma cîhan bibû qadekî anarşiyê ku her kes têde hespê xwe bibezîne,ji bo bigihîne armancên xwe kî miriye,çi bikaraniye ne girînge,ev fereaseta ji bo dagirkeriyê her tişt mubah kirin cîhan xist metirsiya tûne bûnê , ji çekên xirabkirinê a gîştî bigire heya çekên biyolojî û neklueer hatin bikaranîn.
Lê piştî şerê cîhanê êdî di asta navnetewî desala di sala 1997’an de ji aliyê 193 dewletan ve peymana qedexekirina çekên kîmawî hat îmzekirin. di vê hevpeymanê de çekên biyolojî, nukleer,û kîmawî bi gîştî hatin qedexe kirin,ne tenê bikaranîna wê heya bidestxistin û çêkirin jî hat qedexe kirin ,lê rûxmî vê dagirkeran li hember kurdan bi sedan car li hemberî gelê kurdistanê bikaraniye, ev çek di 1988an de li helebçe hat bikar anîn,û nêzî 5000 kes ji yana xwe ji dest dan piranî zarok bûn rûxmî vê jî tu refleksek di aliyê navnetewî de pir derneket holê .
,dewleta tirk a dagirker bi sedan car ev çeka qedexekiriye bikar aniye û zagonên navnetewî ku turkiye bixwe jî tê de îmza kiriye bin pê kiriye.
Dewleta tirk a dagirker di 23 nîsana 2021an de tevgerek dagirkeriyê li ser metîna,zap ,avaşîn bi pêş xist.bi destek dayîna teknolojiya nato,bikaranîna cerdevan û çeteyên xwe ,û bi hevkariya îxanetkarên mîna PDKê xwest ku operesyonek îmha û tesfiya gerilla pêş bixe ,lê keç û xortên vê axê rê nedan dagirkeran û di hinek cihan de ew mecbûrî paşvakişandinê kirin
Piştî dewleta tirk bê çare ma li ber çavên cîhanê serî li çekên kîmawî dan .
Li gorî ku hatiye tesbît kirin heya niha 233 caran li hemberî gerîlla çekên kîmawî hatiye bikaranî.di van êrişan de 4 cûreyên herî xeter û qedexe ji gazan hatine bi karanîn.
Cûreya yekemîn GAZA TABON:
Tabon madeyeke ku ne reng ne jî tehma wê heye,madeyekî gelekî jehre,û bêhna fêkiyan dide,di çarçoveya madeyên ku bandorê li ser sinir dikin ev made hatiye rêzkirin,her wiha madeyekî kîmawîye ,
Ji aliyê neteweyên yekbuyî de wekî çekekî kîmawî a xirab kirina gîştî hatiye pejrandin,li gorî biryara 687 a Neteweyê yekbûyî gaza tabon dikeve silsileya gazên herî ku bandorê li ser sinir dikin ku jêre silsileya G tê gotin ku ango gazên mîna TABON,SÊRÎN,SOMAN,ALFÎ X cihê xwe têde digirin.ev gaz ji aliyê Almanan de hatiye çêkirin û di şerê cîhanê ya 2 an de bi dest dewleta tirk ketiye.
Kesê ku bi vê gazê bandor dibe sancî,felçbûna demkî û lêdana didil zêde lêdide,her wiha av ji dev tê, ev gaz herî zêde nefes qot dike û mirov ji ser hiş dibe.heya ku te dikûje.
Cûreya dûyemîn ku dewleta tirk bikar aniye gaza XAÇA KESKE ango (green cross): Xaça Kesk (green cross) di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hat bikaranîn û ji kloropêkrîn û foscîn pêk tê.
û Ji hêla bijîşkî ve, gaza fosjîn bi jehrbûna xwe tê zanîn. bêhna gîhayê teze an jî giya poş jê tê.gaza xaça kesk û tevlîheviyek ji qaza foscîne fosjîn jî , hêmanekî şerê kîmyewî yê bikêr e ji ber hewcedariyên wê yên hilberînê hêsane,cara yekem di sala 1915an de di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji aliyê Fransiyan ve weke çekeke kîmyewî hat bikaranîn. di heman demê de ew di tevliheviyek bi qebareya wekhev a klorê de jî hatî bikar anîn, ku klor alîkariya belavkirina fosjînê zêdetir dike. Fosgîn gaza ji klorê bihêztire her çend 24 demjimêr an jî dirêjtir nîşanên wê xuya dibin,lê nîşaneyên ku rasterast derdikevin Ji bo bandorên wê yên rasterast, ew kuxîn û kûlbuna çavan û rêyên nefesê bandor dike .ev cûreya gazê ji aliyê neteweya yekbûyî de di rêza çekên kîmawî yên qedexekirî de hatiye rêzkirin.
Cûreya sêyemîn Gaza xerdelê (an jî wekî “sulfûrê xerdelê” tê zanîn) pêkhateyeke kîmyayî ye ku ji çîneke pêkhateyên organîk ên bi navê sîolat e, avaek ku buxarek xeternak derdixe, û di çermê vekirî de dibe sedema şewatê. Gaza xerdelê ji bo pergala nefesê zerardar e, dema ku tê xwar dibe sedema vereş û îshalê û zirarê dide çav,, pişik, çerm û organên ku xwîn lê çêdibe. Bandorên herî cidî yên demdirêj ji ber gaza xerdelê dibe sedema penceşêrê û guherînên genetîkî, û heya niha dermankirina wê tune ye . Sorbûn û xişiya çerm dibe ku 2 heta 48 demjimêran piştî ragirtinê çêbibe, û dibe ku di dawiyê de bibe felqbûna çerm. Gaza Xerdelê : Yekem car di Îlona 1917an de ji aliyê Almanan ve gaza herî kujer di nav hemû gazên din de hat bikaranîn, ku bê bîhn bû û 12 roj piştî ketina laşê mirovan bandor dike. Ev gaz bi mûşekan re bi rêjeyeke hindik bi bandorek mezin hat bikaranîn û gaza xerdelê çend hefteyan di axê de dimîne .
Cûreya çaran gaza SARÎNE :
Gaza sarîn bêhn, tehma wê û rengê wê tune ye. Sarîn her çi qas konsantrasyona wê kêm be jî, wekî hêmanekî ya kujer tê tesnîfkirin.di nav yek û deh deqeyan da dibe sedema mirinê
Masûlkeyên pişikan felc dike. Bandora wê
Ev gaz ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke çekeke komkujiyê hatiye sinifkirin.
Ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ve di sala 1993 ‘ an de hate qedexekirin
Dewleta tirk a dagirker li hemberî gerîlla di girê QARTEL de gaza serîn bikar anî .
Cureya pêncan gaza Bîbera ye:
Gaza bîberan piranî bandorê li ser çavên mirovan dike.
Wezîrê parastinê ya dewleta tirk a dagirker xulusî akkar di axaftinên xwe de tene bi gaza bîbera îtîrraf kir ,lê ruxmî ku îspat hene ku dewleta tirk çekên komkojiyê li zapê û metîna bikar tîne li ber çavên rêxistina qedexekirina çekan û neteweya yekbûyî vê çekê bikar tînê,rûxmî ku ji aliyê biryargeha navendî de bi dehan caran li rêxistina qedexekirina çekan bangawazî hat kirin ku werin li cihê şer lêpirsînan vekin lê tu bersiv nehat dayîn her kesî xwe ker û lal û kûr kir li hemberî komkojiyên tên kirin ,beriya wê jî di 2019an de dewleta tirk adagirker li hemberî gelê bakur û rojhilatê sûriye çeka FOSFORÊ SPÎ bi kar anîn lê heya niha jî ne neteweyên yekbûyî û nejî rêxistina qedexekirina çekên kîmawî tu lêpirsîn vekirine .