Çalakiyên CiwananGiştî

Pirtûkxaneya Gerok ya Serokatiyê dest bi gerê kir


NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê “Bi silogana “Azadiya Rêber Apo azadiya gelane” Tevgera ciwanên Şoreşger a Sûriyê li ser asta herêma Cizîrê dest bi pirtûkxaneya gerok kirin.

Pirtûkxane li hemû bajarên Herêma Cizîrê tê gerandin. Me wek Ajansa Nûçe Ciwan nêrînên ciwanan girt.

Endama komîteya amadekar ya Pirtûkxaneya Gerok ya Serokatîyê Newroz wiha got:

Ez Newroz, endama komîteya amadekar ya Pirtûkxaneya Gerok ya Serokatîyê. Naha em û Tevgera Cîwanên Şoreşger me hemleyekek da dest pêkirin. Hemleya “Werin cenga azadîyê, dem dem a azadîyê ye” Ji xwe Hemle jî ji bo azadîya Serokatî ya fîzîkî û tecrîda ser Serokatîyê. ji bo vê tevgerê me basek amade kirî, ev bas jî li qadan, bigere. Bi qasî hefteyekî her roj li bajarekî digeri. Belê di nava vê tevgera basê da me bernameyek amade kirî. Di vê bernameyê da kêf hebi axaftin çêbibi û pirtûkê serokatî em belavbikin. Ji bo ku fikir û felsefeya Serokatî di nav gel de belav bikin. Li ser vê bingehê bangawazîye me ji bo tevahî gel, ji bo şikestina tecrîda ser Serokatî serî hildin û li Serokatî xwedî derkevin. Ji bo ve armancê tevlî vê hemleyê bibin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mezlûm Xelef jî wiha axivî:
Ez Mezlum Xelef endama komîta amadekar ya tevgera pirtûkxana Rêber Apo. Şiara tevgerê dem dema azadîyê werin cenga azadîyê. Armanca vê tevgerê ji bo şikestina tecrîda ser Rêber Apo û Rêberê fikrê azad e. Rêberê şopdarê cîwanan . Ger ku em weke civanan erke em çalakîyên xwe berdewam bikin ev çalakî Armanca sereke ji bo Rêber Apo û jibo na belavkirina fikirê Rêber Apo ye. Ji bo vê yekê me basek amade kirî. Ev bas wekî pirtûkxana gerok li her bajarî biger e. Ji qantona Qamîşlo despê ke, pişre derbazi qantona hesekê bibe. Di hindirê wê basê de pirtûk hebin û girseyê gel hebin. Li her bajarî ji bo naskirina fikrê Rêber Apo, wekî em dibejin Rêberê fikrê azad. Pêwîst e qu herkes bizan bi gelo Ka çi navaroka vê fikiriye armanç çîye. Ev şoreş û ev azadîya qu em tê dabi ji ber fikrê Rêber Apo e.

Navaroka ve fikrî di nava pirtûkên Serokatî en ku di ve pirtûkxana ya gerokta ye. Di her bajarî emê rojek bimînin wê ji Amudê Dest pê kin. Wê sinevîzyon were temaşekirin liser jîyan a Rêber Apo û li ser cîwanan û Gerîlla, wê axaftin were kırın ji alîyên rêverberîyên bakara. Her wiha çalakîyên hunerî weri li darxistin.
Carekîdin em di bejin dem dema azadîyê ye werin cenga azadîyê.
Nûçe ciwan

Başa dön tuşu