CANFEDA EFRÎN Kİ YE ?
Mihemed Îzet bi nasnav Canfeda Efrîn, 24’ê sibata 1992’an li gûndê celmê a navçeya Cindirêsê ya Efrînê hatiye dine.
Ji ber malbat welatparêze, zû tevgera azadîyê nas dike,di 2011’an dest bi kar û xebat dike.
CANFEDA EFRÎN Di destpêka xebat de YXK’ê de cih digre, Piştre dema YPG ava dibe tevlî refên YPG dibe.
Herî dawî tevlî xebatên ciwanên şoreşger dibe, Erkên herî zor radike û hemî peywiran serkeftî pêktîne.
CANFEDA EFRÎN Di şer bi cesareta xwe, di civakê de bi sekna xwe û nava giştî ciwanan de bi hevaltî û fedakariya xwe tê hezkirin û dibe mînak.
CANFEDA EFRÎN Bi çand û axa xwe ve pir girêdayî bû. Hîsên xwe yên welatparêziyê, bi tembûra xwe,bi her kesî re parve dikir.
di 9’ê cotmeha 2019’an dema êrşên dagirkeriya dewlela tirk û çeteyên wê, li ser bakur û rojhilatê sûriyê destpêdilke, CANFEDA EFRÎN Berê xwe dide Girê aipî û di Berxwedana Rûmatê de cih digre. Bi qehremantî şer dike û tevlî karwanên şehîdan dibe.[:]