Nirxandin

Dema mirov ji aliyê sosyolojîk ve rola zindanan analîz bike, mirov ê bibîne rola wan ew e, li cem mirov hêviyeke azadiyê ya qelp biafirînin


Min dema bi vê pîvanê jiyana xwe ya derve dipîva, min qebûl dikir ku ez bi exlaq rabûme. Di berdêla vê de kuştin an jî ketina zindanê li gorî xwezaya şer e. Li gorî ku jiyaneke bêyî şer sextekarî û bêrûmetî ye, kuştin an jî xweragirtina li zindanê li gorî xwezaya çalakiyê ye. Ez divê xwe li şert û mercên zindanê ragirim, ev li gorî sedema min a jiyanê ye. Çawa ku mirov nikare rûyê xwe ji têkoşîn, her şêweyê şer ê hebûn û azadiyê ba bide, divê mirov zindanê jî weke encam qebûl bike. Ji ber ku tu ji bo jiyana azad têdikoşî û bêyî wê jî nabe. Eger mijar Kurd be, û ew Kurd jî bawer bike ku sosyalîst e, û eger di bin fermana lîberalîzm, kapîtalîzm an jî fanatîzmeke dînî ya çeloxwarî de nebe, ji bilî şerê ji bo jiyaneke exlaqî û etîk, li derve ti tiştekî tu bikî û cîhaneke te ya tu lê bijî tineye. Dema ku min di çarçoveya vê têgînê de li jiyana hevalên di zindanê de temaşe kir, min dît ku bi awayekî gelekî ciddî xwe dixapînin. Bi wan dane bawerkirin an jî wan bi xwe daye bawerkirin ku li derve jiyaneke azad a mirov pê rabe heye. Jixwe dema mirov ji aliyê sosyolojîk ve rola zindanan analîz bike, mirov ê bibîne rola wan ew e, li cem mirov hêviyeke azadiyê ya qelp biafirînin. Di şertên modernîteyê de zindan bi girîngî li ser vî bingehî hatine avakirin. Dema mirov ji zindanê derketine, du rê li ber wan hebûn; yan bi sextekarî û derewê jiyan qebûl kirine. Di vê rewşê de, divê mirov hêviya jiyaneke şoreşgerî, exlaqî û bi rûmet ji wan neke, bendewariyên bi vî rengî tewş in, pûç in. Yan jî pratîka zindanê wê wan bistewîne, bigihîne. Bi vê gihiştinê wê têkoşîna xwe ya civakî bêhtir bi awayekî serketî bi cih bînin.
Girtîgeh malên islahkirinê nînin, ew mekan in ku li wan mirov erkên xwe yên exlaqî û îradî bi xurtî hîn dibin. Heman xusûs ji bo şervanên azadiyê yên derketinê serê çiyan jî di cih de ne. Mirov bibe gerîllayê azadiyê ev tê wê maneyê ku mirov di asta herî jor de erkên xwe yên exlaqî û polîtîk der barê civakbûyînê de bi cih tîne; bi bîrewerî û exlaqî li ser vê erkê ye; ji bo azadbûyînê, erkên der barê xweparastinê de pêk tîne. Mirovê bibe gerîllayê azadiyê, ne ji bo ku bandora xwe ya ferdî zêde bike yan jî bibe desthilatdar, dibe gerîlla. Eger ne wisa be, ev ne şervantiya azadiyê ye, ev şervantiya ji bo desthilatdariyê ye. Yên bi vî awayî, derketina wan a çiyê û daketina wan exlaqî û civakî nîne. Jixwe yên bi vî awayî, kengî tiştên hêvî dikin nebînin, bi hêsanî xiyanetê dikin. Erkên xwe yên civakî li ti qadê bi cih nayînin. Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Kesên hebûna wan di nava koletiya mutleq de, heta kesên ji hev belav dibin, li ku dibin bila bibin xisletên her deverê ji bo wan yek in. Bi awayekî hundir xirab e, derve baş e, kesê bi sîleh xirab e, kesê bê sîleh baş e, bi vî awayî kategorîzekirin hewldana esasî ya têkoşîna ji bo hebûn û azadiyê naguherîne. Jiyana mirov kengî azad bibe maneyeke xwe heye, naxwe li ku dibe bila bibe, ew der her tim zindaneke tarî ye.
Rêber Ebdûllah Ocelan

Başa dön tuşu