Nirxandin

Tevgera PKK’ê û şerê gelê şoreşgerî

[:ku]

                                       
Têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ dil û mijiyê min hejandibû û paşê ji xwe çûbûm. Ev bûyera pêşî û dawî bû. Bi rastî, ev bûyer ji bo min ecêb û seyr bû, lê bûyerên piştre qewimîn îspat kirin ka çima têgînek evqasî bi tesîr dibe. Lê hê jî ji bo min zor e ku ez wê tesîra destpêkê rave bikim. Di demekê de ku fermana kuştinê ya Kurdîtî û Kurdistanê hatiye dayîn û ev bi awayekî herî dijwar bi cih tê anîn, li Enqerê ji bo vejîna têgînî biryardan hem jî bi tena serê xwe, bi qasî bibe mijara romanekê analîzeke ciddî jêre divê.
Ez hem di nava atmosfera tevgerên ciwananên şoreşger ên Kurdan de û hem jî di nava yên Tirkan de bûm. Eşkere ye ku tesîra van tevgeran li min bûye. Di salên DDKO û Dev-Gençê de sempatîzaniya van pêkhatinan wisa bûyereke kêmtesîr nîne. Min navên rêxistinên THKP-C, THKO, TKP/ML-TIKKO bihîstibû û min şehadeta bi egîdî ya pêşengên wan dîtibû. Lîderê THKP-C’ê Mahîr Çayan pêşî bi Huseyîn Cevahîr re li Maltepeyê li ber xwe da, paşê reva wî ji girtîgehê û tevî neh hevriyên xwe li Kizildereyê şehadeta wan gelekî bandor li min kir. Ewqasî bandor li min kiribû, min ji çalakiya pêşî ya boykotkirinê ya protestokirina vê komkujiyê re pêşengî kir. Dema ku lîderê THKO’yê Denîz Gezmîş û du hevriyên wî birin bi dar ve bikin, min ew dîtin. Dîsa di heman wextî de şehadeta lîderê TIKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê yê ku li dijî êşkencê li ber xwe da bi tesîr bû. Min dît ka hersê lîderan çawa di berdêla giyana xwe de rastiya gel û neteweya Kurd anîn ziman. Tevî ku bi rêzeke hêmanên di dereceya duyemîn de ev lîder ji nava ciwanan derketibûn jî şehadeta wan a ji bo heqîqetê, sedema bingehîn bû ku kir ez biwêrim bi ser rastiya xwe de bimeşim.
Mirov biwêre bi ser rastiya xwe de bimeşe tiştek e, û mirov zanibe çawa bi ser de bimeşe tiştekî din e. Di dema dibistana seretayî de min ji zarokan koma nimêjê pêk anîbû û bi vê bûbûm xwediyê tecrûbeyekê. Wekî din jî tecrûbeyên min ên çêkirina komên li gundan hebûn. Lê mirov biwêre bi ser rastiya kujer de biçe û gavên vê yên pêşî biavêje, ev tiştek e ku hevtayê wê nîne, gavavêtineke taybet e. Paşê gelekî hatiye guftûgokirin, gelekî rexne hatiye kirin û hatiye gotin “Çima rêxistina polêsan nedît, çima tedbîrên xwe negirtin?” Li naverastê rewşeke polîsiye tinebû. Gavavêtineke seyr a weke dînan hebû. Gavavêtineke wisa bû ku mirov hay ji xwe nebe, dibe ku hêz û heqîqet bibin jêdera bêhêzî û şaşiyê. Gelo çiqasî tevgereke bi aqil bû, yan jî çiqasî tevgereke berhema hisan bû? Bersivdana van pirsan zor e, ya rastî zêde hewce jî nîne. Li Tirkiyeya salên 1970 û 1980’î bi têgîneke siyasî ya ji du gotinan pêkhatî meş û jiyan gelekî girîng e. Ne sal, roj mîna gulleyan giran derbas dibûn. Hedefa pêkhatina wê dihat payîn ji xeyalê jî bêhtir şîlo û girravî bû. Hemin min zanîbû ku pêkanîna komekê jî karekî gelekî mezin e. Ne zehmet bû ku mirov texmîn bike, lîstika me ya komê ku me dilîst wê li ber çavên polîsekî îstîxbaratê yê herî jêhatî ciddî neyê girtin û henekê xwe pê bike. Çawa ku di tecrûbeya min a pêşî ya civakî de (tecrûbeya em dikarin bibin Kurd) ku min ragihandibû, gundiyekî gotibû “Tu ji dareke hişkbûyî re dipeyivî, tu yê dareke hişkbûyî çawa hêşîn bikî?” Diyar bû bi vê gotinê, ez bi bêbaweriyê pêşwazî dikirim. Jixwe gelek komên hemsalên me bûn, xwe nedigirtin û em weke ‘çeteya xwedê ji wan stendî’ bi nav dikirin. Tew UKOCU û APOCÎ jixwe bûbûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê. Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.
Rêber Apo.

Başa dön tuşu