DîtbarîDosyaGiştî

Rêber Apo buye Rêberekî gerdûnî

Pergala Îmraliyê, pergalekî wisa ye ku mirov nikare bi hesanî di bin şertên wê de li ber xwe bide û jiyana xwe bidomîne. Lê Rêber APO wisa kiriye ku navenda Îmraliyê bibe, navenda zanistî û felsefeya jiyana azad.
Di dîrokê de pir tecrîd, lîstikên qirêj û îxanet pêşketine. Lê ti tecrîd bi qasî ya ku li ser Rêbertî bi kûrahî nehatiye jiyankirin.
Ji ber ku Rêber APO di pêkanîna nasnameya civakekî exlaqî de girêdayî nirxên azadî, wekhevî, edalet û komînal e, ango Rêber APO di civaka kurd de zanistiyekî nû ya azadiyê daye qezenckirin. Li ser vî bingehî jî di bin pêşengtiya Rêbertiyê de Tevgera Azadiyê,li ber tunebûna gelê kurd a ku ber bi qirkirinê ve diçu sekinî û gelê kurd li Rojhilata Navîn û ji bo tevahî gelên azadîxwaz pêşengtiya têkoşînê kir.
li kêlekî vê têkoşînê rêber apo dibin tecrîdekî herî giran de berxwe dide
Îxanetekî bi destê dostê sexte li ser rêber APO de hat meşandin, êşekî giran li mirov dide jiyankirin
Hêzên serdest baş dizanin ku; holê rakirina gelekî bi holê rakirina Serokê wî gelî ve girêdayî ye, Gelekî bê pêşeng ji tine bûnê re rûbirû dimîne.
Lewma jî hemû armanca dewleta tirk ew e fikirên Rêber APO çarmîx bikin û ramanên wî tune bikin. Lê rastiyekî domdar e ku Rêber APO hizirên xwe gihandiya astekî jor ku hemû hêzên qirker û îxanetkar xistiye nava çembera xwe
Di vê dema derbas bûyî de planên dewleta tirk ku li ser Rêber APO dide pêkanîn, pêwîst e her kes helwesta xwe ya dîrokî li hemberî van planan bînin cîh.

Başa dön tuşu