EVÎN TEMİR xweşka şehîd Tolhildan Raman ku di kemînek PDK’ê de şehîd ketibû ji sîteya mere axivî.
Xweşk ŞehîdTolhildan raman Evîn Temir bal kişand ser tekoşîna Şehîd.Tolhildan di nava partiyê de û şihadeta wê a li ser destê xiyanetkaran.
Temir got: “şehîd tolhildan beriya 22 salan ji malbetek welatparêz derket û tevlî nava refên gerîlla bû” ,bavê min ew bixwe radestî partî kir,bavê şehîd tolhildan di dema radestkirina ş.tolhildan de ji bo partiyê gotibû :Tolhildan heya niha keça min bû lê piştî ku tevlê bû êdî ew bû hevala min ,bi wa rihê tekoşînê û bi wa rihê li beramberî zilmê şerkirin ş.tolhildan tevlî nava tekoşînê bû ,her wiha bi fedekariyek mezin ş.tolhildan cihê xwe di nava hêzên taybet de girt,lê mixabin li ser destê xiyaneta PDK ê heval tolhildan tevî 5 hevalên xwe di kemînekê de şehîd ket , temir bal kişand ser red kirina radestkirina cenazeyên şehîdan û got: em kiryarên PDKê şermezar û lenet dikin û bangawazî dikin ku destê xwe bila nexin destê tirkan bila destê xwe bide gerîlla yên ku rûmeta wan parastine , li beramberî dayîş li başûrê kurdistanê şerkirine ,wekî malbeta şehîd tolhildan em cenazeyên xwe dixwezin ,her kes dizane ku destê PDK ê di şihadeta wan de heye ,delîl û îspatên me jî hene ,hevalê ku ji kemînê filitiye tekez kir ku bi destê PDKê şehîd ketin, li ser hesabê gelê ku fedekarî kiriye şehîd dane , malbeta berezanî berjewendiyên xwe diparêzin ,di dawiyê de temir bang li gelê başûrê kurdistanê kir û got:, bangawaziya me ji hemû cîhanê re heye bi taybet ji gelê me yê başûrê kurdistanê re da ku tekoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê û xiyaneta PDK ê xûrt bikin ,ji ber ku metirsî bi qasî li rojava heye ewqas jî li başûrê kurdistanê jî heye.