[:ku]
Bi beşdariya fermandarê giştî ya QSD’ê Mazlûm Ebdî meclîsa tevgera ciwanan civîna xwe li darxist.
Di civîna mehane ya Ciwanên Şoreşger de hemû endamên meclîsê amade bûn,di civîna ciwanan de nirxandina faliyetên ciwanan ya meha çûyî bi awayekî berfireh hat nîqaş kirin.
her wiha di civînê de plannameya mehane jî hat derxistin û bernameyek pêşkeşî pêkhateya civînê hate kirin û ev bername jî hate erê kirin.
Di civînê de Fermendarê giştî yê Hêzên sûriye demokratîk Mazlûm Ebdî bal kişand ser êrişa ku di 26 ‘ê Berfenbara çûyî de pêkhatiye ku di encamê de 6 ciwanên kobanî hatin şehîd xistin.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku:
dewleta tirk a dagirker bi vê hedefgirtina xwe ya ciwanên şoreşger xwest ku hedefgirtina çavkaniya hêzê a QSD’ê pêk bîne û di hêmandemê de civakê bi gîştî hedef digire ,ev êrişa ku pêkhatiye wê wisa derbas nebe .
her wiha Ebdî di berdewamiya axaftina xwe de got: Tevgera ciwanên şoreşger di vê şoreşê de di hemû aliyan de rol lîstiye û bi erka pêşengtiyê rabûye ,lewma xwestin ku pêşengên şoreşê bikin armanc
Ebdî di dawiya axfatina xwe de piştgiriya xwe ji bo tevgera ciwanan tekez kir, her wih civîn bi sloganan bi dawî bû.