[:ku]
Ya diduyan, ji bo bi awayekî tam serwextbûna li têgînê, hewcedarî bi girêdana pîvaneke exlaqî heye. Divê tu xwe serwext bikî ku jiyan ji sedî sed bi girêdana bi civakekê ve dibe. Yek ji têgihiştinên girîng ên ku modernîteyê ew afirandine û bi wan ferd razî kirine ew e, bêyî girêdana civakî ferd dikare bijî. Ev îqna vegotineke qelp e. Ya rastî, jiyaneke bi vî awayî tineye, lê weke rastiyeke ferazî ya hatiye çêkirin, didin qebûlkirin. Mirov ji vê pîvanê mehrûm bibe, ev tê wê maneyê ku exlaq jî ji hev de ketiye. Li vir heqîqet û exlaq di zikhev de ne. Kengî civaka exlaqî ji hev de ket û têkiliya wê bi têgihiştina exlaqî re qut bû, hingê ferdperestiya lîberal dikare pêk bê. Di serdema me de weke şêweyê jiyanê yê serdest tê pêşkêşkirin û ev rastiya wê îspat nake. Çawa ku sîstema kapîtalîst a ku ew berdevkiya wê dike bi tenê bi jihevdeketina civaka exlaqî û jidestdana têgihiştina li heqîqetê pêkan e. Li ser pirs û diyardeya Kurd min mitale kir û di encamê de li ser vê babetê min ev hukim da.
Divê mirov di jiyana min de aliyekî dualî baş fêhm bike. Ew jî reva ji Kurdîtiyê yan jî berevajiyê wê min berê xwe da Kurdîtiyê. Li gorî qirkirina çandî şert û mercên revê li her deverê hazir û nazir bûn. Her tim rev tê teşwîqkirin. Tam jî di vê nuqteyê de pîvana exlaqî dikeve dewreyê. Di berdêla rizgariya ferdî de reva ji civaka xwe çiqasî rast e, yan jî baş e? Min heta bi sala dawî ya zanîngehê xwend û ya rastî ev dihat wê maneyê ku min bi awayekî ferdî xwe xilas kiribû û ev yek misoger kiribû. Tam jî di vê demê de min dest bi Kurdîtiyê kir û vê jî vegera li pîvana exlaqî îfade dikir. Di çarçoveyeke sosyalîst de pêkan bû ku ev civak ne Kurd bûya, dibe ku civakeke din jî bûya. Lê dîsa jî divê tu xwe ji sedî sed bi diyardeyeke civakî ve girê bidî da ku tu karibî bibî ferdekî bi exlaq. Eşkere dibû ku ez ê nebûma ferdekî bêexlaq. Ez li vir têgîna exlaq bi maneya etîk, ango bi maneya teoriya exlaq bi kar tînim. Naxwe ez li vir behsa exlagiriyeke paşvemayî nakim, mînak behsa kesekî tevahiya temenê xwe bi malbatekê ve yan jî bi komeke weke wê ve girêdayî dimîne nakim. Ji ber ku girêdana bi diyardeya Kurd û rewşa wê ya bi pirsgirêk ve bi tenê weke etîk bi exlaq dibe. Rewşa Kurdan a ji sedî sed koletî bû –ku hê jî bi vî rengî ye –ji sedî sed nehişt ku ez xeyal bikim “jiyana azad pêkan e”. Ez bi vê îqna bûm: Dinyayeke min tineye ku ez têde azad bijîm. Li vir min zindana derve û hundir gelekî da ber hev. Di encamê de ez pê hisiyam ku girtîbûna li derve ji bo ferd bêhtir bi tehlûke ye. Ferdekî Kurd xwe li derve azad bihesibîne û bijî, ev ê xwe xapandineke mezin be. Jiyaneke di bin xwe xapandin û derewê de derbas bibe, jiyanek e ku ji dest çûyiye, û xiyanet lê hatiye kirin. Encama min ji vê bi dest xistî ev e, ez li derve bi tenê bi şertekî dikarim bijîm, ango ez bîstûçar saetê rojê ji bo hebûn û azadiya Kurdan (di şertên kapîtalîzmê de ji bo kedkarên Tirk) têbikoşim pêkan e. Ji bo Kurdekî bi rûmet û bi exlaq, jiyan ji sedî sed bi têkoşîna bîstûçar saetên rojê yên ji bo hebûn û azadiyê pêkan e.
Rêber Ebdûllah Ocelan