Tiştekî din heye ku divê bînim ziman. Ew jî ev e, di pêvajoya Îmraliyê de komploya li ser min ferz kirin ewqasî dijwar bû ku bi qasî serê derziyê hêvî bi mirov re nedihişt. Bi vê armancê cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de hatin hiştin. Di rojên destpêkê de min bi xwe jî nikarîbû tesewir bikim ka ez ê çawa li ber xwe bidim. Ne gelek salên bihurîn, ez nedifikirîm salekê jî derbas bikim. Fikreke min a min di ber xwe de digot hebû, min digot: “Hûn ê çawa karibin bi mîlyonan kesî di odeyeke teng de bigirin!” Bi rastî weke Rêbertiya Neteweyî ya Kurd di dema şertên anîna zindanê de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan kesî yan jî ez kiribûm vê rewşê. Gel jî bi vî rengî fêhm dikir. Mirov hîç nikarin ji malbat û zarokên xwe qut bibin, lê ez ê demeke dirêj û bi awayekî careke din hîç li wan venegerim çawa ji îradeya mîlyonan a yekbûyî qut bibûma! Ev îradeya bi mîlyonan a yekbûyî mirin li ber çavan girtibû û pêk hatibû. Nameyên ji gel ên çend rêz jî nedidan min. Heta niha ji bilî nameyên hevriyên li zindanê yên ku beşekî mezin nedan min û wan pirr kêmên wan ên di kontroleke hûrûkûr re derbas bûne û ji bilî çend îstîsnayan, hîç name nedane min. Min nikarîbû ez nameyan bişînim. Ev xusûs hemû belkî hinekî rewşa ku tecrîdê rê li ber vekiriye qismî rave bikin. Lê rewşa min aliyên xwe yên xweser hene. Ez ew kes im ku min bi Kurdan gelek gavên ji wan re cara pêşî bê gotin, dabûn avêtin. Ev gavavêtinên nîvcomayî hemû ji bo jiyaneke azad pêk bên bivênevê hewce bûn. Min bi her kesê ji gelê me, der barê her qada civakî de gava pêşî dabû avêtin, lê min nikarîbû wan bisipêrim dest û şertên ewle. Li evîndarekî bifikirin: Ji bo evîndara xwe ya pêşî gav avêtiye, lê kêliya wê karibe wê himbêz bike destên wî li hewa dimînin. Di qadên civakî de gavavêtinên min ên ji bo azadiyê jî timî li hewa mane. Min xwe di qadên civakî yên azadiyê de bi awayekî helandibû. Ji ‘min’ zêde tiştek jî nemabû. Ji aliyê civakî ve pêvajoya zindanê di demeke wisa de dest pê kir.
Ya rastî, şertên derve, dewlet, îdare û girtîgeh bi xwe weke qesran jî hatibin amadekirin têrê nakin ku rave bikin bê ka ez çawa xwe li vê tecrîda xweserî xwe radigirim. Divê mirov di şert û mercan û nêzîkatiyên dewletê de li hêmanên sereke nepirse. Ya diyarker ew e, divê ez xwe ji bo şert û mercên tecrîdê îqna bikim. Diviyabû sedemên min ên wisa mezin hebûna ku min karîbûya xwe li tecrîdê ragirtana û herçiqasî tecrîd bûya jî diviyabû min îspat bikira ku mirov dikare bibe xwediyê jiyaneke mezin. Dema ez bi vê fikrê rabim, serê pêşî divê ez behsa du têgînên sereke bikim.
Ya pêşî, der barê statuya civakî ya Kurdan de ye. Ez wisa difikirîm: Ji bo ku ez jiyana azad bixwazim, divê civaka ez endamê wê me azad bibe. Ya rastî, bêyî azadbûna civakê azadbûna ferdî nedibû. Ji aliyê sosyolojîk ve azadiya ferd bi temamî bi asta azadiya civakê ve girêdayî ye. Dema ez li gorî vê feraziyê li rewşa Kurdan difikirîm, min wer fêhm dikir ku jiyana Kurdan ji zindaneke tipîtarî ya bi dîwaran dor lê hatiye girtin ti cudahiya xwe nîne. Ez vê fêhm û têgihiştina xwe bi vegotineke wêjeyî nayînim ziman, bi temamî weke heqîqeta rastiyê ya pêkhatî îfade dikim.
Rêber Ebdullah ocelan