Bûyera ku îro li dirbesiyê qewimiye sînaryo a ku bi destê MÎT a tirk hetiye xêzikirine.ne tiştekî dine , ciwanên şoreşger ku di meşa xwe ya sê rojan da ku ji Qamişlo heya deriyê sêmalka bû,daxwezkirin ku pdkê cinazeyê şehîdên ku li xelîfanê şehîd ketine bidin,lê piştî ku PDK ê bi mermî û gaza bîberan bersiv dan û birîndar çêbûn êdî ciwanên şoreşger ketin pozisyona xwe parastinê ku mafekî rewa ye,di destê wan da tenê kevir hebûn lê di destê pêşmergeyên pdkê de qilêş hebû û rasterast mermî reşandin,heya piştî wê 2 erebeyên ku doçka li ser anîn beramberî ciwanan, heya rêverberiya sînor bi xwe jî bi keviran davêt ciwanan ,lê ev yek hîşt ku her kes êdî rûyê pdkê zêdetir derkeve ,îro jî hinek saziyên ragihandina şerê taybet ku girêdayî ENKS û PDK radigihînin ku ciwanan êriş wan kiriye li dirbesiyê,tenê dixwezin xwe mexdûr nîşan bidin û ser rojevê bigirin ,tu eleqeya me pê tune ye,
Pdk ji bo çend kevirên ku ciwanan avêtiye dunya xira kiriye ,lê gelo divê mirov viya bipirse çima dunya xira nekirin ku 5 hevalên gerîlla şehîd xistin divê her kes vê rastiyê baş bizanibe ,pdkê girtina sînor dike çekek li beramberî gelê rojava ,ev ne tesedûfe ku li reqa yê dergeh were girtin bi rêjîmê ra û li sêmalka pdkê sînor bigire û tirkiye û çeteyên xwe ava firatê qut bikin,dixwezin gelê rojava bi siyaseta birçîbûnê terbiye bikin,PDK bi serok û berpirsyarê çeteya re hevdîtinan dike û bi kêfxweşî wan pêşwazî dike ,lê hevdîtina bi dayîkên şehîdan re red dikin .