Werziş

Komîteya Ciwan û Werzîşê û desteya werzişê li Tebqayê civîna xwe ya salane li dar dixin

Tebqa_Komîteya Ciwan û Werzîşê û desteya werzişê ya Herêma Tebqayê îro sibehê li meclisa zagonsaz û bi amadebûna Meclisa Rêveber û serokatiya hevpar a Desteya Ciwan û Werzîşê û Jinên Ciwan û hejmarek ji werzişvanan li Bakur û rojhilatê Sûryê civîna xwe ya salane li dar xist,

civîn bi bixêrhatina mêvanan û bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir û piştre derbasî mijarê civînê bûn
xala yekem de ravekirina rewşa siyasî ya li hundir û derveyî herêmê û balkişandina ser girîngiya rola ciwanan bû
Piştre li ser navê Desteya Ciwan û Werzîşê axaftinek ji aliyê hevserok Mehmûd El-Yetîm ve hate pêşkêşkirin û ji aliyê xwe ve tekez li ser baştir kirina birêvebirina karûbarên werzîşê di sala bê de, vekirina pirojeyên biçûk ji bo ciwan û seferberkirina dema xwe ya vala Piştre rapor û xebatên temamkirî yên Desteya Werzîşê, Komîteya Ciwan û Werzîşê û navenda Jinan a di nava Komîteya Ciwan û Werzîşê de hatin xwendin ,civîn bi dayîna perspektîfên rêverberiya meclîsa sivîl a heremê bi dawî bû.

Başa dön tuşu