] JI BO HEMÛ GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û BERXWEDÊR
Di kurdistanê de ev bû 300 salin şer neqediya ye her tim gelê kurd di dîrokê de bi qirkirinên çandî û fîzîkî ji aliyê dagirkeran ve tên qirkirin ,lê bi derketina rêber apo û damezrandina pkkê êdî her kesî tekoşîna gelê naskir,bê guman ev bi hêsanî çênebû ji bo vê berdêlên giran hatin dayîn ,ji bo carek din gelê kurd di komkojiyan re derbas nebe bi hezaran xort û keçên kurd bi tevlêbûna nava refên gerîlla xwe kirin sîberê berxwedanê ,li kuderê gelê kurd rastî komkojî û tune kirinê ,hatiye gerîllayên azadiya kurdistan bi wêrekî û fedayîbûn hatine hawara gelê xwe ,gerîllayên azadiya kurdistan ji bo gelê kurd hestiyê piştê ye ,ji ber vê niha dewleta toranî û dagirker dixweze gerîlla tune bike bi her cûreyên çekên qedexekirî lêdide ,hemû derfetên xwe bi kartîne ji bo bikaribe gelê kurd jî ji kokê rake, lê gerîllayên ku ji bo kerametê tevlê bûne ruxmî ewqas êrişên kîmewî ,di tunelên şer li zendûra û avaşînê li berxwe didin û serkeftinêb bidest dixin ,berxwedana gerîlla hîşt ku her kes îqna bibe bi gotina serok apo ku dibêje : (teknîka herî mezin însane )em jî wekî tevgera ciwanên şoreşger bi meşa xwe ya dirêj ku em li dar dixin piştgiriya xwe radigihînin ,em dizanin ku eger gerîlla tune be wê şoreşa me li rojava di 24 setan de jî tune bibe ,divê ku em hemî xwedî li gerîlla yan derkevin ev deynê stuyê me ye ,çawa gerîlla hat hawara gelê rojava li kobanê ,serêkaniyê ,û şengal û mexmurê divê em jî heta dawî madî û menewî bibin piştgirî.
Silav û rêzên şoreşgerî
Tevgera ciwanên şoreşger ya sûriyê