Qamişlo_Îro li bajarê qamişlo li pêşiya wargeha ciwanan dayîkên şehîd û gerîllayan ji bo piştgiriya tevgera ciwanên şoreşger daxweyanî dan
li ser navê malbeta şehîdan dayîka şemsîxan axivî şemsîxan : di daxweyeniya xweda diyar kir ku ciwanên şoreşger hêviya pêşerojê îro em li va derê piştgiriya xwe ji wan re radigihînin em wekî malbatên şehîdan li hêviya ciwanan ne ku em welatê xwe rizgar bikin ,bila tu kes nebêje ku zarokên me tên dizîn, ciwanên vî welatî bi hemû îradeya xwe tevlî nava refên berxwedanê dibin daku axa xwe biparêzin ,
hewcedariya me bi şervanan heye ji ber. welatê me di bin dagirkeriyê daye , em welatekî ava dikin tu kes ji mera welat ava nake her wiha bal kişand ser bêdengiya cîhanê û got: bila em bê deng nemînin û bi çar qurişan neyên lîstokên dijmin û xapandin ji bo em li beramberî ciwanên xwe derkevi.
Herî dawî jî got :divê gelê kurd destê xwe bide hev û baş bizanibe yên ku ketin gola xiyanetê bila ji rêka xiyanetê vegerin.
Daxweyanî bi siloganên bêserok jiyan nabe, şehîda namirin bimre îxanet bi dawî bû .